Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

Ji du taxên Silopiyayê dengê çekan tê

Ji taxên Başak (Zap) û Nûh ên Silopiyayê ku polîsan çend roj berê 3 welatî lê qetil kirin, dengê çekan tê.

Ji taxên Başak (Zap) û Nûh ên navçeya Şirnex Silopiyayê ku polîsan çend roj berê 3 welatî lê qetil kirin, dengê çekan tê.

Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez a li taxa Zapê li serdana serxweşiyê ye got, "Ji derve dengê çekan tê. Lê belê em baş hîn nebûn rewş çi ye."

Li Silopiyayê, polîsan bi çekên giran êrîşî gelê li hemberî serdegirtinên malan û binçavkirina li ber xwe dida kiribûn û 3 kes qetil kiribûn.

Bavê 3 zarokan Kamûran Bîlgîn ê 27 salî, Hamdîn Ûlaş ê 58 salî û Mehmet Tanboga yê 17 salî piştî rojekê ji aliyê bi deh hezaran kesan ve hatibûn veşartin.