Ji Dayikên Şemiyê bang: Hesabê Zarokan û qirkirina 1915’an bidin

Dayikên Şemiyê bang kir ku divê dewlet û civak rastiya zarokên ku di binçavan de hatine windakirin bibîne. Dayikan bal kişand ser bûyerên ku di 24’ê Nîsana 1915’an de li ser Ermeniyan hate kirin.

Dayikên Şemiyê û mirovên şemiyê, bi armanca windayan bipirsin û kujer bên darizandin di hefteya 630'an de li Qada Galatasarayê kom bûn daxuyanî dan. Dayikan û xizmên windayan di çalakiyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku ne" vekirin û çarikên sipî, qurnefil û wêneyên windayan danîn ser pankartê. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû, Hunermend Ferhat Tunç, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît piştgirî dan malbatan. Dayikên Şemiyê û xizmên windayan di vê hefteyê de bi minasebeta 23'ê Nîsanê roja "Cejna Zarokan" bal kişandin zarokên hatin revandin û komkujiya Ermeniyan a 24'ê Nîsana 1915'an. 


‘KURÊ MIN NE KURD BÛYA wê BIJIYA? 

Dayika Davut Altinkaya yê 12 salî ku 22 sal berê li Kerborana Mêrdînê hat revandin û windakirin ji ber beşdarî çalakiyê nebû name şand. Di çalakiyê de nameya dayik Davut Altinkaya Hayat Altinkaya hat xwendin. Hayat Altinkaya, di nameyê de wiha got: "Ger ku kurê min ne kurd bûya wê sax bûya gelo? Ger ku ne kurd bûya wê karibûya li Qesra Serokomar bihata peşwazîkirin? ji dewletê pirsî û wiha got: "Kurê min 22 tune. Hestiyê kurê min di binê şikefteyekê de dîtin. Ger ku sax bûya wê beşdarî cejna zarokan a 23'ê Nîsanê bûbûya. Di sala 1996'an de ji ber sobeya germ binçavkirin û di bin çavan de bi îşkenceyê qetil kirin." 

Xwişka Şîrîn Maltum ê 17 salî Naife Çiçek jî got: "Sibê cejna zarokan e. Ne cejna zarokên me, hestiyên zarokên me jî tune ne. Gelo sûcê wan ê herî mezin kurdbûna wan e? 22 salin dayika min kurê xwe dipirse. Em wê têkoşîna xwe berdewam bikin. 

EZ BI ÇÎROKÊ SIRGÛNÊ MEZİN BÛM

Mirovên Şemiyê bal kişandin ser komkujiya Ermeniyan û mafên axaftinê dan neviyê ermeniyên hatin kuştin Rene Léonian. Léonian, ku li Franzayê mezin bû, wina got: "Min li çîrokên zilma ku li kal û pîra min hatiye kirin guhdar kir û mezim bûm. Leonian, wiha got: "Dayik û bavê min di sala 1924’an de rastî komkujiya ermeniyan hat. Mirovên sirgûn bûn jî di nava êşê de dijîn. Ermeniyên ku li ser axa xwe pir kêfxweş û şa bûn. Çîrokên wan ji min re gotin. Ez bi çîrokên wan mezin bûm. Êşa li sirgûniyê jiyan vegotin. Ew jî wekî we li hestiyên zarokên xwe geriyan. Ez jî îro bi were me. Êşa me yek e. Ez bi hevî û bawerim ku edalet cihê xwe bibîne. 

Piştre li ser navê Mirovên Şemiyê Derya Gazîoglu çîrok xwend. 

Gazîoglû bal kişand ser referanduma 16'ê Nîsanê û wiha got: "Referandum bi dizî û hîleyan hat qirêjkirin. YSK'ê zagonên xwe binpê kir. Destûr neda ku hilbijartinek rewa pêk bê. Ji ber vê bê edaletiyê 630 heftene em li windayan digerin. Em bang li rayedarên dewletê dikin ku bi minasebeta 23'ê nîsanê li rastiya xwe ya windayan re bên rûqalî hev. Zaroka 3 salî Dilek Serin, zarokê 12 salî Davut Altunkaynak, zarokê 12 salî Îlyas Diril jî dinavde 25 zarok hatin windakirin. Em aqûbeta wan dipirsin û dixwazin ronî bibe. 24'ê Nîsana 1915'an bi fermana Wezîrê Karên Hundir ê Hikûmeta Îttihat û Terakkî Talat Bey, li Stenbolê 250 ermenî hatin binçavkirin û hatin girtin. Midûrê Polîsan ê Stenbolê Bedri Bey operasyon bi rêve bir. Di operasyonê de wekil, nivîskar, helbestvan, parêzer, doktor, rojnameger û siyasetmedar jî di navde gelek rewşanbir hatin girtin. Em bang li dewletê dikin ku bi rastiya xwe re bên rûqalî hev.