Ji ciwanên Îzmîrê protestoya bi tabût

Rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê bertek nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û komkujiyan dan û xwestin di serî de tecrîda li Îmraliyê û bi giştî tecrîda li hemû girtîgehan bi dawî bibe.

Înîsyatîfa Xwendekarên Azad a Îzmîrê, Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ciwanên Demokrat ê Nû (YDG), Fealiyeta Xwendekaran (OF) û Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û komkujiyên li girtîgehan û xwestin bi tabûtên temsîlî ji ber avahiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) a Îzmîrê heya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê bimeşin. Lê belê polîsan tabût ji xwe re kirin hincet û nehiştin ciwan bimeşin. Ji ber vê di navbera ciwan û polîsan de rageşiyek rû da. Piştî rageşiyê ciwanan jî wekî bertek bi tabûtên bi rengê sor boyaxkirî li ber avahiya ESP'ê ya bajêr çalakiya rûniştinê li dar xistin. Ciwanan di çalakiyê de pankartên li ser "Bibin dengê zindanan" û "Li zindanan komkujî heye" nivîsandî vekirin û tim dirûşmeyên "Bijî berxwedana zindanan", "Aysel Tûglûk rûmeta me ye" û "Garîbe Gezer rûmeta me ye" berz kirin.

'GIRTÎ TÊN QETILKIRIN'

Paşê Meryem Yildirim li ser navê ciwanan daxuyanî da. Yildirim diyar kir ku li Tirkiyeyê girtîgeh wekî amûreke cezayê li ser ceza tê bikaranîn û got: "Ev bi awayekî aşkere binpêkirina peymanên navneteweyî û mewzûata xwecihî ye. Îşkenceyên ne kêmî yên 12'ê Îlonê li girtiyan tên kirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin. Bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Dixwazin bi îşkence, lêdan, tahdeya zayendî, gefxwarin û cezayên dîsîplînê girtiyan îzole bikin. Îşkenceya lêgerîna tazî didome. Û ya herî girîng jî di bin navê 'xwekuştinê' de girtî tên qetilkirin. Em li dijî vê atmosfera çavtirsandinê ya hatiye afirandin radibin. Em ciwan girtiyên şoreşger diparêzin. Em ê li her derî li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, tecrîda li girtîgehan û komkujiyan faşîzma AKP-MHP'ê teşhîr bikin û heya daxwazên me bên qebûlkirin dê têkoşîna me bidome."

LI EGEYÊ 104 GIRTÎ JIYANA XWE JI DEST DAN

Yildirim bibîr xist ku li herêma Egeyê ji sala 2020'an heya niha 104 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û li girtîgehan jî 590 jê giran hezar û 564 girtiyên nexweş hene. Yildirim daxwazên ciwanan ên derbarê girtîgehan de jî bi vî awayî rêz kirin:

* Demildest divê tecrîda li Girtîgeha Îmralî ya Tîpa F'yê û girtîgehên din bi dawî bibe.

* Mekanîzmayên edlî û îdarî divê têkildarî serlêdanên tên kirin lêpirsînên çalak bidin destpêkirin.

* Rejîma girtîgehê divê derbarê şert û mercên fizîkî û nêzîkatiyên kêfî de venihêrîneke îdarî û darazî ya çalak pêk bîne.

* Divê pêwendiya girtiyan a bi malbatê û derve re neyê astengkirin.

* Girtî divê wekî ku di mewzûatên navneteweyî û neteweyî de hatiye diyarkirin, sewqî girtîgehê nêzî malbatên xwe bên kirin.

* Astengkirin û kotaya di warê rojname, kovar, radyo, kinc, name û pirtûkan de bê rakirin.

* Mafên hevdîtin, nivîsandin û parastinê yên bi zimanê zikmakî divê bi awayekî qanûnî bên mîsogerkirin û astengiyên kêfî bên rakirin.

* Divê cezayên dîsîplînê bên rakirin.

* Lêgerîna tazî ya li dijî rûmeta mirovahiyê divê neyê ferzkirin û dest jê bê berdan.

* Divê astengiyên li ber aktivîteyên sosyal û çandî yên girtiyan bên rakirin."