Ji bo YPG’yiyên li Rojava jiyana xwe ji dest dan li Parîsê bîranîn

Şervanên YPG’ê yên li Rojava di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Parîsê hatin bîranîn.

Şervanên YPG’ê yên li Rojava di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ’ê jiyana xwe ji dest dan li Parîsê hatin bîranîn. Di bîranînê de soza dilsoziya bi têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest dane re hat dayîn, hat diyarkirin ku têkoşîna azadiyê di pêvajoyeke krîtîk re derbas dibe û pêwîst e mutleq gel deng bide HDP’ê.

Şervanê YPG’ê Metîn Ceylan (Tufan Gernas) ê kurêapê Hevserokê CDK-E Murat Ceylan jî da nav de şervanên YPG'ê Ezîz Esad (Baran Amûdê), Ebdulhenan Omer (Baz Kobani), Mihemed Aslan (Birûsk Amed) ên li Rojava di şer û pevçûnên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan li Akademiya Çand û Hunerê ya Kurdistanê bi girseyî hatin bîranîn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê Nûnerê Saziya Malbatên Şehîdan H. Uludag got dilsoziya bi şehîdan re ev e ku mirov xeyalên wan pêk bîn e. Uludag wiha dewam kir: "Pêwîst e hemû mirovên me di vê pêvajoyê de mutleq biçin ser sindoqan, xwedî li îdealên şehîdên azadiyê derkevin û ji bo HDP bendê derbas bike ya ji destê wê tê bikin.”

Siyasetmedarê Kurd Fuat Kav jî diyar kir ku destketiyên şoreşa Rojava bi saya kesên di şer de jiyana xwe ji dest dane pêk hatine

Hevserokê CDK-E Murat Ceylan got ku kurêapê xwe yê jiyana xwe ji dest daye, ji xizmekî zêdetir wek hevalekî xwe dibîne û wê dilsoziya xwe ya bi têkoşînê re bidomîne. Ceylan diyar kir ku têkoşîna azadiyê di merheleyek girîng re derbas dibe û pêwîst e mutleq gel deng bide HDP’ê.

Nûnerê MLKP’ê jî anî ziman ku Şoreşa Rojava şoreşa tevayî gelên Rojhilata Navîn e û heta dawî wê xwedî lê derkevin. 

...