Ji bo Xerabê Bava li Viyana, Zurîch û Stûttgartê çalakî hatin lidarxistin

Li dijî komkujiyên li gundê Xerabê Bava tê kirin, li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, bajarê Stûttgart ê Elmanyayê û bajarê Zurîch ê Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Li dijî komkujiyên li gundê Xerabê Bava tê kirin, li bajarê Viyana yê Awûstûryayê, bajarê Stûttgart ê Elmanyayê û bajarê Zurîch ê Swîsreyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

VIYANA

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, bi armanca şermezarkirina terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, li ber Nûnertiya Yekîtiya Ewropayê mîtîngek hat lidarxistin.

Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya nûnertiyê li hev civiyan bi wêneyan bal kişandin ser komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike. Di çalakiyê de dowîzên bi nivîsa "Ewropa fînanse dike - Tirkiye bombe dike" hatin vekirin.

Kurdistaniyan tevî serma û baranê jî çalakiya xwe dewam kirin û terora dewleta Tirk bi qîrîna dirûşman şermezar kirin.

Di çalakiyê de ji bo mîtînga sibe ya li ber Konsolosxaneya Tirk banga tevlîbûnê hat kirin.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîch ê Swîsreyê, bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Bêrîtan û DEM-KURD a Zurîchê, bi armanca şermezarkirina komkujiya li gundê Xerabê Bava çalakiyek hat lidarxistin.

Kurdistanî bi vê armancê li Bahnhofstrasseyê li hev civiyan û dirûşmên "Dawî li komkujiyên li Kurdistanê bînin" qîriyan. Gelek sazî û partiyên siyasî jî tevlî çalakiyê bûn û belavokên li ser mijarê hatin belavkirin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Dewleta Tirk komkujiyê li Kurdan dike. Û cîhan jî li pêşberî vê komkujiyê bêdeng e. Em ê bêdeng nemînin."

Çalakî bi qîrîna dirûşman qediya.

STÛTTGART

Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, 'Piştgirî-Însiyatîfa Kurdistanê' ya ji aliyê ciwanên Kurd û Elman ve hat avakirin, li navenda bajêr stant vekir û li ber komkujiyê agahî da.

Endamên însiyatîfê duh standek vekirin, belavok belav kirin û wêneyên ji komkujiyê daliqandin. Li vir axaftin hat kirin û terora dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Her wiha bal hat kişandin ser desteka siyasî ya Elmanyayê ji bo rejîma AKP'ê û jê hat xwestin, dest ji vê hevkariya xwe ya bi terora dewletê re berde.

Di daxuyaniya însiyatîfê de helwesta Elmanyayê ya li dijî gelê Kurd hat rexnekirin û hat xwestin, dawî li zext û girtina aktîvîstên Kurd bê anîn.