BI DÎMEN

Ji bo Xerabê Bava li Elmanya û Fransayê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, ku dewleta Tirk dor lê girtiye û terorê lê dike, li Elmanya û Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Ji bo gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê, ku dewleta Tirk dor lê girtiye û gefa komkujiyê lê dixwe, li Elmanya û Fransayê xwepêşandan hatin lidarxistin.

EVRY

Ciwanên Kurd ên li bajarê Evry ê Fransayê dijîn, dorpêçî, êrîş û îşkenceya dewleta Tirk li gundiyên Xerabê Bava dike, şermezar kirin.

Kurdistanî bi pêşengiya Rêxistina Ciwanên Azad a Evry li ber Şaredariya Grîgny li hev civiyan û bi qîrîna dirûşmên "Dewleta kujer ji Kurdistnê bicehime", "Bijî Serok Apo" ber bi Gara Grîgny ve meşiyan.

Li vê derê axaftin hat kirin û bang li welatên Ewropayê bi taybetî Fransayê hat kirin, ku li pêşberî îşkence û komkujiyên dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bêdeng nemînin.

STÛTTGART

Bi heman armancê, li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd mîtîngeke protestoyî lidar xist. Mîtîng danê êvarê li Markplatz a Stûttgartê pêk hat û hemû tevgerên şoreşger ên li bajêr destek dan çalakiyê.

Di mîtîngê de, belavoka bi zimanê Elmanî ya li ser mijarê hat xwendin û belavkirin. Piştre li ser navê NAV-DEM'ê daxuyanî hat dayîn û hat gotin, "Em nikarin agahiyê ji gundê Xerabê Bava bigirin. Destûr nayê dayîn heyet bikeve nava gund. Ji ber vê yekê em bi fikar in. Em bang li her kesî dikin, ku li aqûbeta mirovên li gundê Xerabê Bava bipirsin. Heta niha li vî gundî 5 kes haitn kuştin û îşkence li gelek kesan hat kirin. Li komkujiyên li Kurdistanê temaşe nekin."

Di çalakiyê de dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Terorîst Tirkiye, Terorîst Erdogan", "Bijî piştgiriya enternasyonal" hatin qîrîn. Hin jinên AKP'yî di dema mîtîngê de hewl dan provokasyonê bikin, lê bi helwesta girseya gel pêşî li vê provokasyonê hat girtin. Bi destwerdana polîsan de van jinên AKP'yî yên sixêf dikirin, ji herêmê hatin derxistin.

KOLN

Terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava, li bajarê Koln ê Elmanyayê bi mîtîngekê hat şermezarkirin.

Li ser banga NAV-DEM û YJK-E, Kurdistanî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Viyan saet di 17:00 de li ber stasyona trenê ya navendî li hev civiyan. Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Kolnê jî destek dan çalakiyê.

Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser rewşa Xerabê Bava hatin xwendin û belavkirin.

Yek ji rêxistinên çep ên Elman MLPD, ev 12 sal in her roja Duşemê li ber Katedrala Domê saetekê çalakiyekê lidar dixe.

Kurdistanî jî piştî mîtînga xwe tevlî vê çalakiyê bûn û axivîn. Kurdistaniyan bal kişandin ser terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava û ji bo referandûmê xwestin piştgirî ji kampanya 'NA' re bê dayîn.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinê ya Nûda ji bo balê bikişînin ser terora dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava, mîtîngek lidar xistin.

Li ber avahiya Şaredariya Freîbûrgê daxuyaniyek hat dayîn û bang li raya giştî ya cîhanê hat kirin, ku li rûdana komkujiyeke nû temaşe neke.