Ji bo vekirina TV 10 wê di qada Ewropayê de dest bi kampanyayekî ya îmzeyan bikin

Saziyên Elwiyan, girtina dengê Elewiyan a bi biryarnameya Rewşa Awarte li Qada Galatasarayê protesto kirin. Ji bo vekirina TV 10 wê di qada Ewropayê de dest bi kampanyayekî ya îmzeyan bikin

Saziyên Elwiyan, girtina TV 10 ya bi hinceta Rewşa Awarte û biryarên reşkirina weşanê li Qada Galatasarayê protesto kirin. Di çalakiya ku bi piştgirîkirina Parlementerê CHP’ê Hilmî Yarayici, Serokê Navçeya Beyoglû yê CHP’ê Bekir Ozcan û Dayikên Şemiyê pankarta bi nivîsa “Dengê Elewiyan 10 TV Nayê Bêdengkirin” û dirûşma “10 TV nayê bêdengkirin” hatin berzkirin. Di çalakiyê de destpêkê Amadkarê Bernameyan a TV 10 Huseyîn Kalleci axivî û bal kişand ser ji bo girtina TV 10 delîlên zelal û şênber nîne. Kellecî diyar kir ku bi biryarên hinceta Rewşa Awarte girtina TV 10 bê hiqûqiye.

JI BO TV 10 EŞÛRE HATE BELAVKIRIN

Piştî Huseyîn Kelecî û şûn de mafê axaftinê Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Hûbyar Sûltan û endamê Federasyona Bektaşên Elewî Alî Denizî diyar kir ku girtina TV 10 nayê pejirandin. Deniz destnîşan kir ku ji bo vekirina TV 10 wê li Tirkiye û Ewropayê dest bi kampanyayekî îmzeyan bikin, ev îmzeyên ku bên berhevkirin jî wê radestî Serokwezîrê Tirk Bînalî Yildirim bikin.

Piştî çalakiyê endamên Tevgera Ciwanên Elewî eşûre li gel belav kirin.

...