Ji bo şehîdên aştiyê li Mêrdînê qurnefîl hatin danîn

Li Mêrdînê ji bo kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan qurnefîl hatin danîn.

Li Mêrdînê ji bo kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan qurnefîl hatin danîn.

Li Mêrdînê endamên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê, ji bo kesên di komkujiya li Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan çalakiya danîna qurnefîlan pêk anîn.

Gelek kesên ku li ber avahiya Platforma Şaxên KESK’ê ya Mêrdînê kom bûn, heta Parka Karayollari meşek li dar xistin. Di meşê de dirûşmên, “Dewleta qatil wê hesab bide”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Destên dirêjî aştiyê bibin bişkin” û “Şehîd namirin” hatin gotin.

'HETA HESABPIRSÎNÊ TÊKOŞÎN'

Piştî meşê daxuyaniyeke hevpar hat xwendin. Daxuyanî ji aliyê Seroka Şaxa Genel-Îş a girêdayî DÎSK’ê Emîne Esen ve hat xwendin. Esen got ku wê greva 2 rojan îro bi dawî bikin û ji bo şehîdên aştiyê yên li Enqereyê jiyana xwe ji dest dane 128 qurnefîlan deynin. Esen diyar kir ku heta ji berpirsyarên siyasî û esasî yên komkujiyê hesab bê pirsîn wê têkoşîna xwe û parastina aştiyê bidomînin.

Piştî daxuyaniyê qurnefîl danîn Parka Karayollari û ji bo kesên li Enqereyê hatin qetilkirin rêzgirtin pêk hat. Çalakî bi dirûşma, “Şehîd namirin” bi dawî bû.