Ji bo meşa 'Ne darbe, ne jî dîktatorî' banga tevlîbûnê

Ji bo meşa 'Ne darbe, ne jî dîktatorî', ku wê di 27'ê Tebaxê de li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.

Meşa 27'ê Tebaxê ya li Dûîsbûrgê, ji aliyê AABF, ADHF, AGÎF, ATÎF-NRW, DSSQ, Hezîran, MLPD Dû-Nîederrheîn, NAVD-DEM NRW û Cîhaneke dikare lê were jiyîn ve tê organîzekirin. Ji bo vê meşê banga tevlîbûnê hat kirin.

Di daxuyaniya li ser mijarê de hat gotin, "Piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15'ê Tîrmehê, li Kurdistan û Tirkiyeyê asteke nû ya zexta leşkerî û siyasî derket holê. Ev pêvajoya darbeyê, di navbera darbeya Qesrê ya bi pêşengiya Erdogan û AKP'ê û cemaeta Gulen de veguheriye qada şerê desthilatdariyê. Berdêla vî şerê navbera her du klîkên paşverû, bi gelên me didin dayîn." Hat ragihandin, ku piştî vê hewldana darbeya faşîst, Erdogan, AKP û partiyên din ên bûrjûva hewl dane xwe weke 'parêzvanên demokrasiyê' nîşan bidin.

Di dewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku ev darbe çiqasî paşverû û dijminê azadiyê be, êrîşên dewleta Tirk ên bi salan ên li hemberî karker, kedkar, Elewî, kurd, Ermenî, jin, rojnamevan, mûxalefeta civakî û hemû alîgirên azadî û kedê jî di heman astê de nêzîkatiyeke dijminane ye.

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Qanûnên 'Rewşa Awarte' yên ji aliyê AKP'ê ve bi cih tên anîn, ne ji ber tirsa ji darbeyeke nû ye. Ji ber tirsa ji hêzên gel ên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin e. Ji ber vê yekê, grev û çalakî li kedkar û karkeran hatine qedexekirin. Di serî de Ozgur Gundem li hemberî rojnamevanan dest bi binçavkirin û girtinê kirine, zextên giran li saziyên ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dikin, davêjin ser malên şoreşgeran, gefan li taxên Elewiyan dixwin, bi rengekî topyekûn înkar û hewldanên tinekirina Kurdan didomînin, gitriyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdeke giran de radigirin.

AKP a ku xwe îro mexdûr nîşan dide, ev cemaeta bi salan xwedî kir û mezin kir. Gelek caran jî ev destnîşan kir. Di rewşa heyî de her kesên destek dane ceameta Gulen, bi sempatî nêzî wê bûn ahtin girtin. Lê AKP û Erdogan bi tenê rabûn gotin 'Bila Xwedê me efû bike' û xwe ji nav derxistin.

Em ne mecbûr in yek ji van her du eniyên talanê hilbijêrin an jî xwe li aliyekî bigirin. Divê em serî li ber Rewşa Awarte û faşîzmê netewînin û li hemberî dîktatoriya qesrê berxwedana xwe ya demokrasiyê mezin bikin. Jehrkuja darbeya leşkerî ne Rewşa Aweate û qanûnên zordar e. Em weke hêzên pêşverû, demokrat, antîemperyalîst û welatparêz, bang li gelê xwe dikin ku tevlî vê meşa me ya li dijî darbeyê û dîktatoriyê, bibe."

Meş wê 27'ê Tebaxê roja Şemiyê saet di 14:00 de li ber HBF a Dûîsbûrgê destpê bike.

...