Ji bo meş û mîtînga mezin a li Kolnê banga tevlîbûnê

ABDEM, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Tevgera Hezîranê û HDK-Ewropayê, ji bo meş û mîtînga mezin a 3'ê Îlonê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

Meclîsa Aştî Demokrasiyê li Ewropayê (ABDEM), Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, Tevgera Hezîranê û HDK-Ewropayê, der barê meş û mîtînga mezin a di 3'ê Îlonê de li Kolnê were lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniya hevpar de hat ragihandin, AKP/Qesrê hewldana darbeyê ji bo xurtkirina dîktatoriya xwe ya faşîst bi kar tîne û hat gotin, "Tayyîp Erdogan parlament tevizand û bi Rewşa Awarte û Biryarnameyan welêt bi rê ve dibe. Bi rêya Rewşa Awarte bi rengekî bê sînor êrîş kir û dixwaze ne tenê darbekaran, di heman demê de hewl dide têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelên me tine bike."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girtina Ozgur Gundemê, windakirina Hûrşît Kulter hat bibîr xistin û hat ragihandin, êrîşên li hemberî mûxalîfan, şîdeta li dijî jinê û polîtîkayên Elewiyan hedef digirin, dewam dikin.

'EM JI BER REWŞA OCALAN BI FIKAR IN'

Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin, ku operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin û hat gotin, "Şerê dewleta Tirk ê li hemberî gelê me yê Kurd bênavber dewam dike. Bajarên hatin şewitandin û xerakirin, bi sed hezaran mirovên bê xanî û stargeh hatin hiştin, jiyanê zehmet dike. Buroyên DBP'ê tên talankirin, her roj bi dehan mirov tên girtin. Bi desteka dewlta Tirk DAIŞ komkujiyan dike, ku herî dawî li Dîlokê 54 mirovên me hatin qetilkirin."

Saziyan nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin, "Ji ber ku têkiliya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bi her awayî bi derve hatiye birîn, ji her alî ve di nava tecrîdê de tê ragirtin, em ji rewşa tenduristî û ewlekariya wî bi fikar in. Li girtîgehan êrîşên li dijî girtiyan hatine zêdekirin, îşkence û sirgûn veguherîne parçeyek ji jiyana girtiyan."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, dewleta Tirk banga çareseriyê ya KCK'ê ji nedîtî ve tê û girtina siyasetmedarên Kurd li Elmanyayê, ku bi bandora dewleta Tirk tên girtin, hat şermezarkirin.

'EM LI MEŞ Û MÎTÎNGÊ LI HEV BICIVIN'

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin: "Weke rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li dijî darbeyên leşkerî û dîktatoriyên sivîl in, di heman demê de ji bo azadî, demokrasî û aştiyê têdikoşin, li dijî êrîşên faşîst ên dewleta Tirk, komkujî, îşkence, tecrîd û Rewşa Awarte û zextên dewleta Elman, em dengê xwe bilind dikin.

Em bang li hemû hêzên demokratîk, koçber û xwecihî yên alîgirê azadî û demokrasiyê dikin, ku di 3'ê Îlonê de li Kolnê bin. Em li meş û mîtînga 'Ne darbeya leşkerî ne jî dîktatoriya sivîl! Bijî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelan' li hev bicivin."