Ji bo meleyên AKP’ê yên li Elmanyayê lêkolîn

Wezareta Edaletê ya Eyaleta Vestfalya ya Bakurê Renê xwest ku meleyên Yekîtiya Îslama Tirk a Karên Diyanetê ji hêla Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bên lêkolînkirin.

Li gor nûçeya Deutsche, Wezareta Edaletê ya Eyaleta Vestfalya ya Bakurê Renê xwest ku meleyên Yekîtiya Îslama Tirk a Karên Diyanetê yên li girtîgehan dixebitin, ji hêla Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn bên lêkolînkirin. Wezîrê Edaletê yê Eyaletê Thomas Kutschaty ji rojnameya Kolner Stadt Anzeîger re axivî, diyar kir ku “êdî wê meleyên girêdayî Yekîtiya Îslama Tirk a Karên Diyanetê ji awansê sûdê wernegire.” Wezîrê Partiya Sosyal Demokrat Thomas Kutschaty ragihand ku biryara rapirsîna ji hêla Rêxistina Parastina Destûra Bingehîn, encama xêzkirinên li ser kovarên zarokan e ku pesnên şehadetê tê dayîn.