'Ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî, pêwîstî bi delegasyona navneteweyî heye'

Aktîvîstê siyasî Dimitrios Roussopolus got, ji bo li cihê ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye lêkolîn bê kirin divê delegasyoneke navneteweyî bê avakirin.

Dimitrios Roussopolus aktîvîstekî siyasî, nivîskar, edîtor, weşanger û organîzatorê komî ye ku li bajarê Montrealê dimîne. Ji dawiya salên 1950'î û pê ve bi rengekî çalak tevlî însiyatîfên aştiyê, projeyên ekolojîk û tevgerên kooperatîfan bû. Ji sala 2001'ê û vir ve Beşa Demokrasiyê ya Şaredariya Bajarê Montrealê bi rê ve dibe. Di heman demê de tevlî Forûmên Civakî yên Cîhanê dibe û li Kanadayê piştgiriyê dide pêwîstiya muxalefeta li derveyî parlamentê.

Roussopolus li ser bêdengiya saziyên navneteweyî ya têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve ji ANF'ê re axivî.

Roussopolus destpêkê işaret bi avaniya Neteweyên Yekbûyî kir û got, "Organîzasyoneke ku ji aliyê hin siyasetmedarên welatan ve hatiye avakirin û karê xwe yê destpêkê jî berjewendiyên wan welatan e. Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî, bi navê ispatkirinê karekî kêm tê kirin. Li ser bikaranîna çekên kîmyewî rapor gelekî kêm in, di ser re, çavkaniyên serbixwe van raporan amade nakin ku ev jî pirsgirêkeke mezin e."

Roussopolus anî ziman ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve mîna ku saziyeke serbixwe dixebite û got, "Nêzî 5 hezar xebatkarên xwe û budçeyek ji milyonan euroyî heye. Tevî van hemûyan jî hîn li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve lêkolîneke serbixwe nekiriye ku ev jî meseleyeke cidî ye. Dawiya dawî li ber destê me raporeke OPCW yan jî Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî nîne ku nîşan dide, çekên kîmyewî hatiye bikaranîn yan na. Ev jî kêmasiya herî mezin a heyî ye.

Li ser tedbîrên ku li qada navneteweyî li djî dewleta Tirk bêne girtin jî Roussopolus wiha axivî, "Divê di asteke bilind de delegasyoneke navneteweyî bê birêxistinkirin. Divê serdana herêmên ku we qalê kirine bike. Piştî ku vegeriya jî divê li ser çavdêriyên xwe raporê amade bike. Vê raporê jî pêşkêşî saziyên pêwendîdar hemûyan bike. Tiştekî wiha jî tenê bi zexta gel dikare pêk were, gel divê xwe birêxistin bike."

Roussopolus diyar kir ku ew bi xwe jî dixwaze li gel delegasyoneke wiha biçe herêmê û got, "Demeke dirêj bi rengekî çalak tevlî kampanyayên ji bo bêçekbûna nukleerê bûm û di vê mijarê de gelekî hesas im. Her tim dixwazim sûcên şer lêkolîn bikim."