Ji bo kedkaran bang: Li dijî tarîtiyê em li Taksîmê bibin ronahî

Li Stenbolê di meş û daxuyaniya têkildarî 1’ê Gulanê de hat diyarkirin ku hikûmet bi biryara qedexekirinê sûc dike.

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê û Bangawazên 1’ê Gulanê li Cadeya Îstîklalê meş li dar xistin û banga ‘Heydê qada 1’ê Gulanê ya Taksîmê’ li karker, kedkar û gelan kirin. Li ser navê Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu bi gotina ‘Em ji malên xwe derkevin rê lê teqez ber bi Taksîmê vê derkevin rê’ banga tevlîbûna 1’ê Gulanê kir.

Komîteya Amadekar a 1’ê Gulanê ya jî DÎST, KESK, TMMOB û TTB’ê pêk tê û Bangawazên 1’ê Gulanê yên ji HDP, HDK, EMEP, Sendîkaya Karkerên Înşaetê, Halkevlerî jî di nav de ji gelek partî, platform û rêxistinên ciwanan jî di nav de  li Cadeya Îstîklalê hatin cem hev, heta sefaretxaneya Fransayê meşiyan û ji bo 1’ê Gulanê daxuyanî dan çapemeniyê. Sekretera Giştî ya DÎSK’ê Arzu Çerkezoglu, Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Ayşe Erdem, hevparên DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê jî di nav de gelek kes beşdarî meşê bûn û di meşê de pankarta “1 Gulan” hate vekirin. Piştî meşê dirûşmên ‘Em di 1’ê Gulanê de li qadan in’, ‘Taksîm qada 1’ê Gulanê ye’, ‘Bijî 1’ê Gulanê’ hatin berzkirin de sirûda 1’ê Gulanê hate xwendin.

‘YÊN KU WELAT BI RÊ VE DIBIN SÛC DIKIN

Li ser navê komê Arzu Çerkezoglu axivî û diyar kir ku bi mîlyonan kedkar ji bo ku daxwazên xwe bînin ziman wê li çar aliyê Tirkiyeyê li qadan bin. Çerkezoglu bilêv kir ku tevî biryarên dadgehên neteweyî û navneteweyî hikûmet hê jî dixwaze Taksîmê di 1’ê Gulanê de ji kedkeran re qedexe bike û wiha berdewam kir: “Di Gulana 2013 û 2014’an de yên kul i gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tevnegeriyan niha jî biryara dadgehên hundin tine dihesibînin. Yên ku welat rêve dibin hemû dozên têkîldarî 1’ê Gulanê hatine vekirin winda dikin lê hîna sucên xwe didomînin.”

Çerkezoglu got ku di 1’ê Gulanê de qedexekirina Taksîmê xespkirina mafê grevê ya makaqanûnê ye, parastina patronên ku karkerên bi sendîka ji kar davêjin e ye, di serî de pirsgirêka Kurd hemû pirsgirêkên welat bi şîdet û pêkûtiyê kûr kirine lîstika dawî ya hikûmetê ya beriya hilbijartinê li Agiriyê dezgeh daniye.

JI BO GELÊ STENBOLÊ BANG!

Çerkezoglu banga giliyê ya der bar ê hikûmetê de ji raya giştî kir û wiha got: “Di 1’ê Gulanê de girtina rêyan, betalkirina wesayîtan, avêtina bombeyên gazê û di encama vê de mexdûriyên ku bên jiyîn sedem hikûmeta ku biryarên dadgehan tine dihesibîne ye.” Çerkezoglu got ku ew ê di 1’ê Gulanê de li Taksîmê bin û ev tiş anî ziman: “Em ji malên xwe derkevin rê lê teqez ber bi Taksîmê derkevin rê. Em bi hemû rewabûna xwe ve, bi girseyîbûna xwe ve û bi biryarbûna xwe ve li dijî tarîtiya zaliman bibin ronahî.”