Ji bo Kaya û Kizilkaya li pêşiya girtîgeha Metrîsê daxwaza azadiyê hat kirin

Rojnamevanên ku li pêşiya Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê girtina Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya û Gerînendeyê Weşan Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya protesto kirin, daxwaz kirin ku Kizilkaya û Kaya serbest bên berdan.

Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS), Cemiyeta Rojnamevanên Azad û Kar- Çapemeniyê (OGC), ji bo Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Ozgur Gundem Bîlîr Kaya û Midûrê Karê Nivîsê Înan Kizilkaya ên ku dûn bi îdîaya ‘Enamên rêxistinê’ hatibûn girtin li pêşiya Girtîgah Tîpa R a Metrîsê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Li gel xebatkarên Çapemeniya azad perlementera HDP’ê Huda Kaya, xizmên rojnamevanên hatine girtin û gelek rojnamevan bankarta “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” vekirin. Di çalakiyê de çalakvanan jimarên rojnameya Atilimê ya ku biryara komkirina wê jî hate dayîn hilgirtin û bertek nîşan da.

Di çalakiyê de tim dirûşmên mîna “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” û “ Zext me ji rêya me venagerîn e” hatin qîrkirin. Destpêkê Serokê Giştî yê Karê Çapemeniyê Farûk Eren axivî. Eren bi bîr xist ku 78 rojnamevan di girtîgehê dene, piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrhemê êrîşên li hember çapemeniya azad zêde bûne. Eren daxwaz kir ku divê hemû zext û astengiyên li pêşiya çapemeniya azad bê rakirin û hemû xebatkarên çapemeniyê bên berdan.

Piştî Eren Serokê TGS’ê Ûgur Guç jî diyar kir ku êdî rewş hatiye wê astê ku rojnamevan nikarin karê xwe bikin û wiha got: “Divê hemû astengiyên li pêşiya azadiya îfede û çapemeniyê bên rakirin.”

Parlementera HDP’ê Huda Kaya jî anî ziman ku dixwazin çapemeniya azad bêdeng bikin, da zanîn ku mîna salên 90’î dîsa windakirin û qetlîam tên kirin. Kaya, daxwaz kir ku divê hemû girtî bên berdan.

Zana Kaya yê birayê Mûsa Kaya anî ziman ku barê rojnamevanên ku rastiyan dikin nûçe pir giran e û wiha got: “Çapemeniya azad demokrasiyê tîne Tirkiyeyê û Kurdistanê. Hun li ser dolaran nalîzin, ji bo rastiyan binivîsînin û fikrên azad hene. Em ê di vê rêyê de heta dawî bimeşin.”

Çalakî piştî axaftinan bi dirûşim, çepik û tilîliyan bi dawî bû.