Ji bo hilbijêrên li Dortmûnd û derdora wê banga dengdayînê

Hilbijêrên li bajarên Elmanya Dortmûnd, Essen, Hagen, Ludenscheîd, Meschede, Attendorn, Ûna, Kammen-Berkamen Bochûm û gelek herêmên li vê derdorê, wê li Navenda Perwerdeya Tirk a li Dortmûndê, dengê xwe bi kar bînin.

Hilbijêrên li bajarên Elmanya Dortmûnd, Essen, Hagen, Ludenscheîd, Meschede, Attendorn, Ûna, Kammen-Berkamen Bochûm û gelek herêmên li vê derdorê, wê li Navenda Perwerdeya Tirk a li Dortmûndê, dengê xwe bi kar bînin.

Nûnerê HDP'ê Medenî Ak li ser dengdayînê nêrînên xwe anî ziman û diyar kir ku ji ber bûyerên li Kurdistan û Tirkiyeyê şikestineke hestewarî rû daye, lewma di rojên dawî de dengdayîn di asta ku tê xwestin de nîne. Ak da xuyakirin, ku Kurd, Elewî, şoerşger, demokrat û sosyalîstên li Dortmûnd û derdora wê, bi çûyîna ser sindoqan re dikarin tevkariyê li qedandina desthilatdariya AKP'ê bikin.

Ak got, "Di vê çarçoveyê de, li bajarên ku me navên wan li jorê diyar kirin, li pêşiya navendên civaka demokratîk, navendên çanda Elewiyan her tim wesayîtê ji bo birina ser sindoqê amade ne. Ji bo mirovên me yên derfetên xwe nîne biçin ser sindoqê, me tedbîr girtine. Ya ku divê were kirin ew e; gelê me biçe saziyên me û ji wir biçe ser sindoqan" û bibîr xist, ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li vê herêmê 46 hezar dengên derbasdar hatine bikaranîn. Ak ragihand ku HDP'ê ji van dengan 6800 wergirtiye û destnîşan kir, ku di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de divê ev hejmar qat bi qat zêde bibe.