Ji bo girtiyên nexweş li 3 bajaran çalakî hatin lidarxistin

Di çalakiyên li Enqere, Îzmîr û Stenbolê hatîn lidarxistin de, bal hat kişandina li ser rewşa Aysel Tûglûk, Abdûrrahîm Demîr û Siddik Guler û hat diyarkirin ku girtiyan ber bi mirinê ve dibin.

Li Enqere, Îzmîr û Stenbolê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya 413’emîn de li ber ÎHD’a Enqereyê daxuyanî dan. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Abdurrahîm Demîr (59) ê li Girtîgeha Edîrneyê ya Tîpa F’yê tê ragirtin. Hevseroka ÎHD’ê ya Enqereyê Sevîl Tûrgût daxuyanî da û diyar kir ku divê Demîr bê dermankirin û were berdan.

Tûrgût da zanîn ku 23 sal in Demîr di girtîgehê de ye û ew ji ber gurcika xwe nexweş e û ji ber vê nexweşîna gurcikê nikare jiyana xwe bidomîne. Tûrgût anî ziman ku Demîr ji ber nexweşîna mesaneye emeliyat bûye û  her ku diçe prostata wî mezin dibe û her ku diçe nexweşînên wî zêde dibin û deng zêde naçê û katarakt çûne ser çavên wî. Tûrgût diyar kir ku ne pêkan e Demîr di girtîgehê de jiyana xwe bidomîne û xwest tedawiya wî bê kirin û tavilê bê berdan.

ÎZMÎR

Rêveberên ÎHD’a Enqereyê jî di hefteya 257’emîn de li ber Sumerbanka Kevn a li Konakê çalakiya heftane li dar xist û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Siddik Guler ê 82 salî. Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Ahmet Çîçek daxuyanî da û bal kişand ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tûglûk a ku nexweş e û xwest rewşa Tûglûk di ber çavan re bê derbaskirin û tavilê bê berdan.

Çîçek anî ziman ku Siddik Guler li Girtîgeha Menemenê ya Tîpa R’yê tê ragirtin û her ku diçe rewşa tenduristiya wî xera dibe û ev 28 sal in girtî ye û li gel tê xwestin sewqa wî ji bo Stenbol û Amedê bê derxistin jî lê di adarê de ji Girtîgeha Îskenderûnê wî sewqî Girtîgeha Menemenê kirine.

Çîçek bal kişand ser nexweşînên Siddik Guler û gelek nexweşînên li Guler peyda bûne rêz kir û ji ber ew hem extiyar e û hem jî nexweş e êdî gelek tişt ji bîra wî diçin û ji bîra dike ku avê jî vexwe. Çîçek got Siddik Guler bi tena serê xwe nikare li girtîgehê bimîne û nikare xwe li ser pêya jî bigire. Çîçek da zanîn ku ew daxwaz dikin Siddik Guler tavilê bê berdan û dê rewşa Guler ji nêz ve bişopînin.

STENBOL

Komîsyona Nexweşxaneyê ya ÎHD’ê ya Stenbolê di 514’emîn rûniştina çalakiya “Rûniştina F” de bal kişandin ser rewşa Aysel Tûglûk a ku li Girtîgeha Kocaelî Kandirayê tê ragirtin û girtiyên din ên nexweş. Di daxuyaniya ku li ber avahiya şaxê hatî dayîn de, pankarta li ser “Dermanbûyîn maf e, nikare bê astengkirin” nivîsandî hat vekirin. Di rûniştinê de dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê bin bêxe”, “Ji êşkenceya tecrîdê re dawî” û “Girtiyên nexweş berdin” hatin berzkirin. Her wiha di rûniştinê de, dovîzên ku wêneyên Aysel Tûglûk û girtiyên din ê rewşa di xeteriyê de, hatin hilgirtin. Lîstokvan Nûr Surer, Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, gelek xizmên girtiyên nexweş, Dayîkên Şemiyê û nûnerê rêxistina civaka sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê Seroka ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolelerî ve hate xwendin.

Gulseren di destpêka daxuyaniyê de anî ziman ku rapora wan a di Nîsan-Gulan-Hezîrana 2022’an de, wan diyar kiribû ku bi êşkence û zextên ku girtî rû bi rû dimînin, dermankirina girtiyan tê astengkirin.

Gulseren diyar kir ku wan tespît kiribû ji destpêka sala 2022’an û vir ve 36 girtiyan jiyana xwe ji dest dane. Her wiha Gulseren di dawiya daxuyaniyê de destnîşan kir ku divê Aysel Tûglûk bê berdan û mafê wê yê jiyanê bê parastin.