Ji bo girtîgehan plana çalakiyan a 2 mehî eşkere kir

Înîsiyatîa Piştevaniya bi Girtiyan re li dijî êrîşê li girtîgehan planeke çalakiyê ya 2 mehî amade kir.

Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re di daxuyaniya xwe ya li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê de plana çalakiya 2 mehan a li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan eşkere kir.

Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglu jî beşdarî daxuyaniyê bû. Li eywana ku daxuyanî hat dayîn pankarta “Dawî ceza birînê bînin û bila girtiyên nexweş bên berdan!” daliqandin.

Parlamenter Mûsa Pîroglu di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku li girtîgehan pêkanînên keyfî diqewimin û got: "Hewl tê dayîn ku îradeya girtiyên nexweş bi kelemçekirinê were şikandin. Li girtîgehan binpêkirinên mafan ên giran li dijî girtiyan hene. Ev rewş têra xwe naber rojev. Pratîkên li girtîgehan têne kirin nîşanên pratîkên ku li derve têne kirin in. Pirsgirêkên li girtîgehan pirsgirêkên ked û aştiyê ne. Îqtidar dixwaze bi van sepanan tirsê belav bike. Em hewl didin li dijî vê polîtîkayan zextan bisekinin. Dengê girtiyan dengê me ye. Divê hemû girtiyên nexweş û siyasî tavilê bên berdan.”

Erkan Çita li ser navê Înîsiyatîfê daxuyanî xwend û diyar kir ku her çend 2 sal derbas bûne jî, her cûre danûstendina girtiyan bi derve re bi hinceta pandemiyê berdewam dike. Çita destnîşan kir ku tecrîda li ser girtiyan mîna berê hatiye kûrkirin û nîşaneyeke din a vê yekê jî pêkanîna "halê baş" berdana girtiyan tê betalkirin. Çita got: "Bi rêya lijneyên çavdêriyê ‘poşmanî’ li girtiyan tê ferzkirin. Ji bo berdana girtiyên polîtîk werin betalkirin, hêcetan diafirînin. Lêpirsînên dîsîplînê yên ji bo govend gerandinê, stranbêjiyê hatin vekirin. Stran û parvekirinên medya civakî dikin sedema betalkirina berdanê. Her cure zext, tecrîd, êşkenceya li girtîgehan heye. Dewleta ku kiryar û kiryarên xwe yên xerab zêde kiriye, bi awayekî eşkere hewl dide ku pergala zextên li ser girtiyan serwer bike.”

Çita bal kişand ser êşkence û muameleya xerab a li girtîgehan her ku diçe zêde dibe û got: “Rewşa girtiyên nexweş xirabtir bûye. Gelek ji wan naşînin nexweşxaneyan. Hin girtî hene ku nikarin biçin cem dixtoran derman jî bibin. Bi dehan girtiyên nexweş li girtîgehan dimirin an jî piştî ku tên berdan di demek kurt de dimirin. Ji ber ku raporên ‘nikarin di girtîgehê de bimînin’ nadin wan nayên berdan û mirî ji wir derdikevin.”  

Çita diyar kir ku jiyana girtiyên siyasî yên di girtîgehê de di xeterê de ye û wiha got: “Di 6 salên dawî de, herî kêm 103 girtiyên ku ‘mafê xatirxwestinê’ jî nedane wan, li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane. Dewletê ji girtîgehan dest bi pêleke nû ya êrişan kiriye. Lê dîrok nîşan dide ku ew ê bi vê yekê re sînordar nemîne. Mîna ku erdnîgariya ku em lê dijîn veguherînin girtîgehek vekirî ne bes e, radibin kelemçeyên elektorînîk li welatiyan didin, dixin hepsa malê didin wan.”

Çita anî ziman ku wekî xizm û malbatên girtiyan balê bikişînin ser betalkirina berdana girtiyên cezayên wan qediyaye û rewşa girtiyên nexweş ew dest bi bernameyek çalakiyan dikin û wiha got: “Em dixwazin her kes destekê bide vê çalakiyê. Wê çalakiyên me heta 19’ê kanûnê bidomin. Di nav du mehan de, em ê serdanên ji bo rêxistinên sivîl û malbatên girtiyên ku berdana wan tên betalkirin bikin. Wê li ser mijarên wekî tecrîd û binpêkirina mafan daxuyaniyên çapemeniyê bên dayîn. Weke Înîsiyatîfa Piştevaniya bi Girtiyan re, em bi vê yekê radigihînin ku em ê li her qadê û her kêliyê bêjin ‘dawî betalkirina înfazan bînin û bila girtiyên nexweş werin berdan’. Em vê bernameya xwe bi raya giştî re parve dikin.”