Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan hate kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibin Rêber Apo bibînin serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Parêzerên Rêber Apo ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin careke din serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ve hate kirin.

Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan û di heman demê de xwestin muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.