Ji bo azadiya Asli Erdogan çalakî

Ji ber ku daxwazanemeya sêyemîn a bi mebesta ku Asli Erdogan bêyî ku girtî be were darizandin hatibû dayin, bêyî hincetek were nîşandan hate redkirin, li Ewropa û Tirkiyê wê bi gelek çalakiyan were şermezarkirin.

Bêyî ku hincetek were nîşandan redkirina 3. daxwaznameya ku Asli Erdogan bêyî ku girtî be were darizandin, ya ji hêla 4.Dadgerê Dadgeha Cezayê Sûlh a Stenbolê, Recep Uyanik ve, wê bi gelek çalakiyan were şermezakirin. Parêzerê Asli Erdogan ku ji 16’ê Tebaxê ve dest li ser azadiya wê hatiye danîn wiha got: ‘’Bêyî ku hincetek were nîşandan redkirina nerazîbûna girtinê, tevnegerîna li gorî hiqûqa şêwazê ya cizayê, nîşaneya herî berbiçav e ku girtina Asli Erdogan siyasî ye.’’

Li dijî vê nehiqûqiyê li Ewropa û Tirkiyê nerazîbûn zêde dibin.

Çalakiyên vê hefteyê:

Li paytexta Avûstûrya Viyanayê, ji bo Asli Erdogan çalakiyeke berfireh tê li dar xistin ji hêla Zenturum a AUTONOM JIN Û Lezbîen ve.

Di çalakiyê de her wiha jin û jinên trans ji bo kampanyaya ‘’Ez Asli Erdogan dixwînim’’ ku hê jî li ser Youtube berdewam dike, wê wergerên pirtûkên Erdogan bi Îngilizî, Elmanî û Yewnanî bixwînin.

Li salona nimro 3 ya Taxim Hill Hotelê jî 26’ê Cotmehê saet 12.00’an bi navê ‘’Ji Asli Erdogan re azadî’’ civînek tê lidarxistin. Di civînê de Ahmet Faruk Unsal (Ser. Mazlum-Der), Mustafa Koz (Ser. TYS’ê) Oztur Turkdogan( Serokê ÎHD’ê), Şebnem Korur Fîncancî (Ser. TÎHV), Zeynep Oral (Serok PEN a Tirkiye) û diya Asli Erdogan M3ina Aydostu jî wê biaxivin.

Li Beygolu Mephîsto jî 27’ê Cotmehê wê çalakiyeke yek rojî were lidarxistin, ku 40 nivîskar bi guherînên nîv saetê wê tevlî çalakiya, ‘’Rahêj pirtûka xwe, Nivîskar ji bo Asli Erdogan û Nemciye Alpat îmze dikin’’ bibin. Xwendekar wê pirtûkên Erdogan û Alpay bînin û îmze bikin.

Seroka PEN a Fînlandiya nivîskar Marîanne Brgummarîanne jî ji bo Erdogan nivîsek li qelemê da. Ji bo ku xwendakarên Tirkiyê jî bikaribin bixwînin wê li Tirkî were wergerandin û were şandin.

Her wiha li salona Weqfa Dîrokê bi navê ‘’Edebiyata Asli Erdogan’’ wê panêlek were dayin.

20 hiqûqnasên cezayê jî têkildarî girtîbûna Aslî Erdogan ku hê îdîanmeya wê nehatiye amadekirin û doz lê nehatiye vekirin, wê raporekê amade bikin. Li salona civînê ya Cezayirê wê paneleke bi navê ‘’Ji Hiqûqê Daraza Serbixwe’’ were lidarxistin.

Li Leman Kafeyê 15 reqsvan bi qutebiriyên ‘’monologên jinên ku zimanên wan hatin birîn’’ ku ji bo lîstika ‘’Merhaba’’ ya Asli Erdogan hatî nivîsîn, bi serenava ‘’Em li bendê ne ku Asli were reqsê’’ wê performansa xwe nîşan bidin.