Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Ji bo Avesta IJF’ê ji Barzanî re name şand

Federasyona Rojnamevanan a Naveneteweyî ji bo serbestberdana bernamevana Stêrk TV Aysel Avesta ji Lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî re name şand.

Federasyona Rojnamevanan a Naveneteweyî ji bo serbestberdana bernamevana Stêrk TV Aysel Avesta ji Lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî re name şand. Di nameyê de bang li hikûmeta herêmî ya Başûrê Kurdistanê hat kirin ku “rêzê ji mafên tevahî rojnamevanên li Başûr xebatê dimeşîne re bigirin.”

Federasyona Rojnamevanan a Navneteweyî (IFJ) ku rêxistina rojnamevanan a mezintirîn a cîhanê ye, ji bo serbestberdana bernamevana Stêrk TV Aysel Avesta ji Lîderê PDK’ê Mesûd Barzanî re name şand. Di nameya bi îmzeya Sekreterê Giştî yê IJF’ê Anthony Bellanger de hate destnîşankirin ku Avesta ji bo xebatên rojnamevantiyê yên bi jinên Êzidî re çûye Şengalê, wiha bang hate kirin: “Ji ber xebatên rojnamevantiyê hatiye girtin. Em vê êrîşa li ser çapemeniya azad şermezar dikin û daxwaz dikin ku hempîşeya me serbest bê berdan.”

Federasyona ku li 140 welatî xwedî 600 hezar endam e, îfade kir ku pê hesiyane Avesta dest bi greva birçîbûnê kiriye û ji ber vê jî bi fikar in. IJF’ê bang li hikûmeta herêmî kir ku rêzê ji mafê rojnamevantiyê re bigire, diyar kir ku têkîldarî mijarê ji hikûmetê li benda daxuyaniyekê ne.