Ji bo 6 rojnamevanan serî li Konseya Ewropayê hat dayîn

Federasyona Rojnamevanên Ewropayê, ji bo 6 rojnamevanên ev 18 roj in binçavkirî ne, li Plaftorma Parastina Ewlekariya Rojnamevanan û Rojnamevaniyê ya Konseya Ewropayê, gilî kir.

Ji bo 6 rojnamevanên ev 18 roj in li Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê binçavkirî ne, Federasyona Rojnamevanên Ewropayê serî li Plaftorma Parastina Ewlekariya Rojnamevanan û Rojnamevaniyê ya Konseya Ewropayê da.

Di vê serlêdanê de hat gotin, "6 rojnamevan, bêyî ku daxuyaniyek were dayîn di binê çavan de ne. Rojnamevan û xebatkarên medyayê Tûnca Ogreten (xebatkarê serbest), Mahîr Kanaat (BîrGun), Omer Çelîk (Midûrê Nûçeyan ê DÎHA), Metîn  Yoksû (Nûçegihanê DÎHA), Eray Saygin (Rojnameya Yolcûlûk) û Erya Okatan (ETHA) ji 25'ê Kanûna 2016'a û vir ve di binê çavan de ne.

Derya Okatan (Midûra Berpirsyar a ETHA'yê) ji 25'ê Kanûnê û vir ve li dijî biryarên Rewşa Awarte di greva birçîbûnê de ye. Omer Çelîk jî di binê çavan de bû hedefa şîdetê. Rayedarên Tirk bi hinceta Rewşa Awarte dema girtina li binê çavan ji 4 rojan kirin 30 roj. 5 rojan destûr nehat dayîn ku rojnamevan parêzerên xwe bibînin. Ji bo binçavkirinê ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn. Tê gotin, di binê çavan de nêzîkatiyeke neyînî nîşanî rojnamevanan dane."