Ji ADHF’ê ji bo tevlîbûna meşa Kolnê bang

ADHF bang kir ku tevlî meş û mîtînga 3’yê Îlonê ya Kolnê bibin.

Federasyona Gelên Demokratîk a Elmanya (ADHF) bi şîara, ‘’ne darbeya leşkerî, ne dîktatoriya sivîl! Bijî têkoşîna gelan a azadî û demokrasiyê’’, 3’yê Îlonê li Kolnê wê meş û mîtîngekê li dar bixe.

Di daxuyaniya nivîskî de hate gotin AKP’ê hewldana darbeyê kiriye hincet û êrîşên bi ser Kurd, şoreşger, Elewiyan de zêde kiriye û hedefgirtina Ozgur Gundem, Azadiya Welat bi bîr xist.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hate wiha hat gotin, ‘’Li hemberî êrîşkariya emperyalîst-kapîtalîst ku îro dinyaya me û bi taybetî jî Rojhilata Navîn kirine gola xwînê û êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a faşîst ku ji vê ne serbixwe ye, em bang li hemû hêzên xwecih, koçber ên li gel kedê, azadî, demokrasî, biratiya gelan dikin ku tevlî vê meş û mîtîngê bibin’’

AGAHIYÊN ÇALAKIYÊ

ADHF, adahiyên çalakiyê jî wiha dan:

‘’Dîrok: 3 Îlon 2016 (Şemî)

 Saet: 10.00

Cih: Deutzer Werft

Siegburger str.66

50679 Koln."