Îşkenceyê li girtiyên nexweş dikin

Zext û binpêkirina mafan a li ser girtiyan didome. Girtiyan di nameyên xwe de tişta ku li wan tê kirin vegotin û bal kişandin ser kirinên kêfî yên bêdawî.

Azîz Alp ê  ku li Girtîgeha Bandirma Hejmara 2 Tîpa T’yê girtî ye got, 12’ê Nîsanê dema ku ew birin dadgehê zext li wî hevalê wî Nîhat Malgaz û Delîl Ufak kirine. Alp got, "Dema ku em birin dadgehê gelek tişt hatin serê me. Îşkenceya plankirî li  me kirin. Li ber derî xwestin ku bi zorê destê me ji paş ve kelepçe bikin. Em li dijî vê rawestiyan. Me xwest ku destê me ji pêş ve were kelepeçkirin, weke her carê. Lê leşkeran guh nedan vê û êrîş bi ser me de anîn. Îşkence û zexta fizikî li me kirin. Destê me ji paş ve kelepçe kirin û bi zorê em birin dadgehê. Îşkence û lêxistin li vir jî dom kir. Dema ku em vegeriyan girtîgehê jî heman zext û îşkenceyê dewam kir. Bi zorê cilê me ji me kirin. Bi lêdanê em birin odeyên me. Her ku diçe zext zêde dibin û girantir dibin."

QEDEXEYA PIRTÛKAN

Fîlîz Gencer jî ji Girtîgeha Jinan a Bûrsa Yenîşehîrê name şand û got, nahêlin pirtûkan bikirin û pirtûkên ku ji  wan re hatin şandin jî qedexe kirine. Gencer bang li raya giştî kir ku deng bidin wan.

LI XARPÊTÊ ASTEGNA TEDAWÎBÛNÊ

Dilşad Şengul jî ji Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê binpêkirinên mafan nivisî. Şengul diyar kir li pişt koxuşên ku girtiyên jin lê dibînin endamên cemeata Gulen dimînin, wan aciz dikin û got, bi sêv, pîvaz û nan êrîşê dibin ser koxuşên wan. Şengul anî ziman, ev bi sirûda Tirkan û dirûşmên dînî provakasyonan dikin. Şengul got, "Rêveberiya girtîgehê jî li dijî vê rewşê tiştekî nake. Berevajî vê, destekê dide wan. Ne diyar e ku di rojên pêş de tiştên cudatir neavêjin."

Şengul diyar kir, tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin, ji mehê tenê 2 rojan wan dibin revîrê û got: "Dermanên ku ti têkiliya xwe bi nexweşiyên me re nîn e didine me. Mînak ji bo hevalên ku mîgrena wan heye dermanê ‘aferîn’ê yê ji bo şewbê dibin. Weke vê gelek rewşên trajîkomîk têne jiyîn. Mieyeneya fizikî nîn e. Sewkên hevalên rewşa wan acîl beriya bi 3 hefteyan nakin. Sedemê jî hijmara zêde nîşan didin û dibêjin, bisekinin."