Îşkenceya sirgûnê ya li girtiyan tê kirin

Hayretîn Adlig ku yek ji 21 girtiyên roja 31'ê Çileyê ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hat kirin, di nameya xwe got, "Di salên dawî de sirgûn veguheriye îşkenceyê."

Hayretîn Adlig ku yek ji 21 girtiyên roja 31'ê Çileyê ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sirgûnî Girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hat kirin got, "Mîna ku lêgerîna tazî têra wan nake, bi hinceta 'nehiştine lêgerîn bê kirin' em hemû xistin ber lêpirsîna dîsîplînê."

Aldig di dewama nameya xwe de dibêje: "Sirgûn bi taybetî di salên dawî de bûye îşkence. Di nava du salan de ez şandin çar girtîgehan. Piştî Îlona 2016'an em ji Sêweregê sirgûnî Tîpa T a Rihayê hatin kirin. Piştî ku çar mehan li wir man, bi 21 hevalên xwe re roja 31'ê Çileya 2017'an sirgûnî Tîpa T a Elezîzê hatin kirin. Rêwîtî mîna îşkenceyê bû. Danê sibehê saet di 7'an de em li wesayîtan siwar kirin û êvarê saet di 17:30 de li Tîpa T a Elezîzê em peya kirin. Di rê de em qet ji wesayîtê dane xistin.

Ji xwe li Tîpa T a Elezîzê jî em bi rengekî nebaş pêşwazî kirin. Beriya me, li 14 hevalên jin lêgerîn kirin. Em jî ji dawiyê re hiştin. Saet di 23:00 ê şevê de em derbasî odeyan kirin. Bi zorê bi rengekî tazî li ser hemû hevalan geriyan. Me destûra vê nedan, lê wan zexteke girankirin. Lêgerîna tazî jî têra wan nekir û bi hinceta ku 'nehiştine lêgerîna tazî bikin' em hemû xistin ber lêpirsîna dîsîplînê.

Hevalên di 21'ê Çileya 2017'an de ji Tîpa T Hejmara 2. a Rihayê sirgûnî girtîgeha Tîpa T a Elezîzê hatin kirin ev in: Îlhan Bengî, Abdulvahap Yilmaz, Ahmet Sıdık Saner, Î. Halîl Kilinç, Emîn Baynaz, Firat Konogkoş, Bahattîn Keskîn, Hamît Orbay, Emîn Fîdanci, Huseyîn Bîlge, Ferhan Yuce, Abdullah Aydin, Hîlmî Olsoy Celîl Keskîn, Bahrî Dag, Hayrettîn Adlig, Îlyas Yeşîlçay, Hamdûllah Baştaş, Îbrahîm Kûl, Alî Kemal Turk û Fûat Aksoy."