Iraq: Em naxwazin leşkerên Tirk li nava axa me bin

Serokwezîrê Iraqê Ebadî ji dewleta Tirk xwest, leşkerên xwe ji Iraqê derxîne û destnîşan kir, ku hebûna leşkerên Tirk li pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê asteng e.

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî civîneke çapemeniyê lidar xist û diyar kir, hebûna leşkerên Tirk li pêşiya têkoşîna li dijî DAIŞ'ê astengî ye.

Ebadî got, "Daxuyaniya Erdogan a li ser operasyona Mûsilê gelekî balkêş e. Ji ber ku wê bi ti awayî rola Tirkiyeyê di operasyona Mûsilê de tinebe. Em ê saeta operasyonê, dema hemû hêz amade bûn, diyar bikin. Bi leşkerên Tirk re em naxwazin ti peymanê mor bikin."

Ebadî careke din dubare kir ku divê Tirkiye xwe ji xaka Iraqê vekişîne û got, "Em naxwazin di navbera me û Tirkiyeyê de pirsgirêkek derkeve. Lê belê divê Tirkiye ji nava axa Iraqê derkeve. Em hebûna leşkerên Tirk li nava axa Iraqê bi ti awayî qebûl nakin."

'DIVÊ HATINEYA JI PETROLÊ HÊ ZELAL BE'

Di vê navberê de Ebadî ji Herêma Kurdistanê xwest ku petrolê hê bi zelalî bişîne û got, "Ji bo zelalkirina hatineya ji petrolê, em ê jî hewldanên xwe zêde bikin."

Têkildarî nûçeyên li ser veqetîna Herêma Kurdistanê ji Iraqê Serokwezîrê Iraqê Ebadî da xuyakirin, ku planeke wan a bi vî rengî nîne û tiştekî balkêş e ku qala vê û referandûmê tê kirin.