Inter- Parliamentary Union: Wekîlên HDP’ê di talokeyê de ne, nayê qebûlkirin

Inter- Parliamentary Union (IPU), bi zimanekî tund dewleta Tirk rexne kir, destnîşankir ku hewldana bêdengkirina wekîlên HDP’î nayê qebûlkirin.

Inter- Parliamentary Union (Yekîtiya Mabeyna Parlamenteran) di rûniştina 135. de ku îro hat lidarxistin, li ser êrîşên li dijî hilbijartiyên li cîhanê axivîn. Di rûniştinan de ku li Navenda Giştî ya IPU ya girêdayî NY a li Cinêvê hat lidarxistin, bal hat kişandin ku li hin welatan zext li ser parlamenteran heye.

Di nîqaşên domahiya rojê de bi taybet li ser zextên ku dewleta Tirk li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike hat rawestandin, di encamnameyê de jî banga li Tirkiyeyê hat kirin ku ji bo qanûnên navneteweyî rêzdar be.

Piştî xwendina raporan û nîqaşên domahiyê rojê, têkîldarî mijarê encamnameyek hat weşandin. Di encamnameyê de rexneyên tund li dewleta Tirk hatin kirin,  li ser zextên li dijî wekîlan hat rawestandin.

‘WEKÎLÊN HDP’Ê BI XETEREYA GIRTINÊ RE HEVRÛ NE’

Di daxuyaniyê de sepanînên dewleta Tirk a li ser 55 wekîlên HDP’î hat vegotin, bal hat kişandin ku wekîlên HDP’î bi xetereya girtinê re hevrû ne.

Di encamnameyê de hate bibîrxistin ku destlênedanên wekîlên HDP’î hatine rakirin û doz li wan hatine vekirin, hate destnîşankirin ku ji ber vê rewşa ku HDP’e hevrû maye, IPU di nav fikarên mezin de ne.

‘NAHÊLIN WEKÎLÊN HDP’Î WEZÎFEYÊN XWE PÊK BÎNIN’

Di encamnameyê de hat gotin ku di heman demê de li dijî wekîlên HDP’î kampanyayên şîdetê têne meşandin, hate destnîşankirin ku ji ber vê siyasetê wekîlên HDP’î nikarin wezîfeyên xwe bi cih bînin.

 ‘DIVÊ DEST JI YASAYÊN ANTÎDEMOKRATÎK BÊ BERDAN’

Di encamnameyê de hat gotin ku qanûnên antîdemokratîk ên li dijî wekîlên HDP’î wê li welat pêşî li ber pirsgirêkên mezin veke, hat destnîşankirin ku li şûna astengkirina azadiya îfadeyê divê qanûnên aştîxwaz û demokratîk bên esasgirtin.

Bi berdewamî hat bibîrxistin ku piştî hewldana darbeya leşkerî ya 15’ê Tîrmehê li Tirkiyeyê rewş her ku çûye girantir bûye û ev hat gotin; “Êrîşên li dijî çapemeniyê, girtina rojnamevan, hiqûqnas, serokên saziyên civaka sivîl, şaredariyan tê wateya ku wê ev pêvajoya 55 wekîlên HDP’î jî bigire bigire nav xwe.”

Herî dawî di encamnameyê de hat îfadekirin ku wek IPU wê piştgiriya tevahî wekîlên ku bi xetereyê hevrû ne bikin, bang li dewletên serwer hat kirin ku mafên wekîlan ên li gor hiqûqa navneteweyî biparêzin.