Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê: Em edeleta 7500 TL'yî naxwazin

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê, li dijî cezayê 7500 TL’yî yên ku dane Midûrê Emniyeta Navçeya Pirsûsê Mehmet Yapalial helwest nîşan dan. Însiyatîfê bi daxuyaniyeke nivîskî gotin, "Em edelata 7500 TL’yî nas nakin."

Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê diyar kirin, raporên îstîxbaratî hebûn ku wê êrîş bikirana û got, "Li gel ku raporên îstîxbaratê, hişyariyên zelal hebûn jî, 'xelat'kirina Mehmet  Yapalial ku di komkujiyê de berpirsyariya wî hebû, wêneyekî zelal ê mekanîzmaya edeletê ye li Tirkiyê."

Însiyatîfê diyar kir ku têkoşîna wan a edelatê wê bidome û wiha got: "Mekanîzmaya darazê ku di komkujiyên berê de jî heman şano nîşan dabû, 'sûcdarek ji çav re' diyar kiriye, bi pey kiryarên rastî neketiye 'sûcdarê ji çav re' jî bi necezakirinê xelat kiriye. Ji bo vê jî sedemê jî li Tirkiyê baweriya bi darazê li erdan kaş dibe, ji bo vê jî baweriya ti kesekî bi mekanîzmaya edelatê nemaye.

Em weke malbatên ku di Komkujiya Pirsûsê de nasên xwe winda kirine, edelata 7500 TL’yî nas nakin. Em ê têkoşîna xwe ya dadmendiyê ku hetanî niha me dayî geştir bikin û ji bêdadiyê re bibin bersiv. Em ê ti carî xewnroşkên 33 canê xwe nîvco nehêlin."