Ilicak hat binçavkirin

Di çarçoveya lêpirsîna li ser hewldana darbeyê de rojnamevan Nazli Ilicak hat binçavkirin.

Yek ji rojnamevanên der heqê wan de biryara girtinê hat dayîn, Nazli Ilicak li navçeya Bodrûm a Mûglayê hat binçavkirin. Li Xaçerêya Bodrûm-Torbayê, polîsan wesayîtek sekinandin û Ilicak a di hundirê wesayîtê de bû binçav kirin. Ilicak birin Midûriyeta Emniyetê ya Bodrûmê. Piştre ji bo kontrola tenduristiyê ew birin Nexweşxaneya Dewletê ya Bodrûmê.

Ilicak piştî kontrola tenduristiyê careke din birin emniyetê. Li gorî agahiyan, wê rojnamevan Nazli Ilicak bibin Stenbolê.