ÎHD: Serdema heyî ji aliyê mafên mirovan ve ya herî nebaş e

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan: Em di serdemeke welê de ne, ku ji aliyê mafên mirovan ve ya herî xerab e. Bûyerên ku divê li welatekî demokratîk ti carî neqewime, di rewşa heyî de rû didin.

Hevserokên Giştî yên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, li Salona Civînê ya Cezayîrê, bi endamên çapemeniyê re rûniştin. Alîkara Hevserokên Giştî yên ÎHD'ê Gulseren Yolerî, endamên Desteya Rêveberiya Navendî Mûkaddes Şamîloglû, Osman Îşçî, Selahattîn Okçûoglû û Hatîce Kalpakli jî beşdarî civînê bûn.

Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku rewşa heyî ya Tirkiyeyê 'otokrasî' ye û anî ziman, Tirkiye di pratîk de bi sîstema serokatiyê tê birêvebirin. Turkdogan diyar kir, Tirkiye bi modeleke rêveberiyê ya li derveyî destûra bingehîn e tê birêvebirin û got, "Ev yek nîşan dide, ku pêşî li demokrasiyê hatiye girtin. Ji aliyê mafên mirovan ve serdema heyî serdema herî nebaş e. Bûyerên ku divê ti carî li welatekî ji xwe re dibêje demokratîk e neqewimin, niha rû didin."

Turkdogan da zanîn, ji roja avabûna ÎHD û vir ve wan daxwaza destûreke bingehîn a demokratîk kirine û wiha dewam kir: "Heta ku destûra bingehîn a li Tirkiyeyê rê li ber azadiya ramanê, wekheviya zayendan a civakî veneke, heta ku pirsgirêka Kurd çareser neke û pêşî li azadiya ol û baweriyan veneke, nepêkan e ku em destekê bidin tedbîrên bi vî rengî. Guhertina destûra bingehîn a niha tê kirin, van pirsgirêkan çareser nake. Di ser re, pirsgirêkan hê mayînde dike û wê rêveberiyê otokratîk bike. Em careke din dibêjin, ku em destekê nadin vê."

Turkdogan bal kişand ser van xusûsan: "Diyalogê dest pê kir, lê nekarî derbasî asta danûstandinan bibe. Li aliyekî şer diqewime, li aliyê din jî kesên welêt bi rê ve dibin, ji bo garantîkirina rewşa xwe, guhertinan dikin. Pirsgirêka herî girîng a li pêşiya Tirkiyeyê ye, pirsgirêka Kurd e. Desthilatdariya siyasî naxwaze axaftin li ser aştiyê bê kirin. Feraseteke bi vî rengî nabe. Lewma em neçar in di nava rewşeke bi vî rengî de qala aştiyê bikin. Hewldanên me yên di vî warî de wê bidomin.

Gelo hûn dizanin ku 12 polîs û leşker di destê PKK'ê de ne? Serokkomar got 31. Dema girtina van kesan her dirêj dibe. Di vî warî de ti daxuyanî ji desthilatdariya siyasî nayê. Welatekî bînin pêş çavên xwe; di asteke bi vî rengî de li pêşberî wezîfedarên xwe xemsar e. Ji bo serbestberdana van mirovan û pêkhkatina aştiyê, em bi însiyatîfekê rabûn."

Turkdogan got, "Di rewşa heyî de em bi Rewşa Awarte tên birêvebirin. Rewşek li derveyî hiqûqê ye. Bi biryarnameyan re tarîfkirinên di mewzûata me ya ceza û dîsîplînê de nîne, hatin ferzkirin." Turkdogan bang li Konseya Ewropayê kir, ku li ber van biryarnameyan rabe û destnîşan kir, ku xemsariya Konseya Ewropayê ya di vî warî de dibe sedem ku mafên mirovan hê bêhtir bên binpêkirin.

Turkdogan bal kişand ser binçavkirin û girtina endam û rêveberên Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û got, "Bi qasî 5 hezar siyasetmedar hatin girtin. Li Tirkiyeyê, eger hûn alîgirê partiya li desthilatdariyê bin, hingî vîna gel ji bo we heye. Lê eger hûn alîgirê mûxalefetê bin, vîna gel ji bo we derbas nabe. Yanî vîna Kurdan derbas nabe, lê vîna yên deng didin AKP'ê derbas dibe." Turkdogan xwest, zexta li ser siyasetmedarên Kurd bê rakirin.

Li ser referandûmê jî Turkdogan da zanîn, ku şax û nûnertiyên komeleya wan wê li her cihî çavdêriya hilbijartinê bikin û heyetên navneteweyî vexwendînin.

'PIRSGIRÊKA BINGEHÎN MÎLÎTARÎZM E'

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn jî da xuyakirin, ku li girtîgehan di asteke bilind de mafên mriovan tên binpêkirin û got, "Bi taybetî li qewîşên girtiyên jin kamera tên bicihkirin. Nikarin pêdiviyênx we yên taybet jî tedarik bikin." Keskîn diyar kir, pirsgirêka bingehîn a li Tirkiyeyê mîlîtarîzm e û wiha dewam kir: "Mîlîtarîzm nayê wê wateyê ku leşker li ser desthilatdariyê be. Tê wê wateyê ku li her qada jiyanê xwe bi rêxistin kiriye. Min heta niha ti serdem nedît, ku bi qasî serdema heyî mîlîtarîzm li nava civakê belav bûye."

Ji bo pirsa "Eger di referandûmê de dengê 'erê' yan jî 'na' bi ser bikeve, wê rewşeke çawa rû bide?" Turkdogan ev bersiv da: "Wê Tirkiye bikeve nava serdemeke nû. Di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de wê ji sedî sed maseya aştiyê bê danîn. Ji ber ku vê yekê êdî xwe ferz kiriye û bûye pirsgirêkeke navneteweyî. 'Erê' yan jî 'Na' derkeve, wê Destûra Bingehîn a Nû ya Tirkiyeyê li ser maseya aştiyê bê nivîsandin. Ev Destûra Bingehîn pêngaveke desthilatdariyê ye. Ez ji dilsoziya gelê Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê bawer dikim."