ÎHD'ê rapora xwe ya çavdêriya Farqînê aşkera kir

ÎHD'ê rapora xwe ya çavdêriyê ya der barê qedexeya derketina kolanê ya Farqînê de aşkera kir.

ÎHD'ê rapora xwe ya çavdêriyê ya der barê qedexeya derketina kolanê ya Farqînê de aşkera kir. Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir ku hiqûqnasên dixwestin binpêkirina mafan lêkolîn bikin hatine astengkirin û got; "Kesên ku li hember binpêkirina mafan û hiqûqê bêdeng dimînin ji aliyê hiqûq, siyaset û dîrokê ve di bin berpirsyariya vê yekê de ne."

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê çavdêriyên xwe yên der barê qedexekirina derketina kolanê yên di navbera 3-14’ê Mijdarê de li 3 taxên navçeya Farqîn a Amedê de bi daxuyaniyekê aşkera kir. Hevseroka ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak, parêzvanên mafên mirovan Alî Koçyîgît û Semîray Yilmaz tevlî danuyaniyê bûn. Daxuyaniya ku li avahiya komeleyê hatiye dayîn ji aliyê Seroka Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê Zeynep Ceren Boztoprak ve hate xwendin. Boztoprak diyar kir ku rewşa ew têde berdewamiya polîtîkayên AKP'ê yên şer in. Boztoprak diyar kir ku hiqûqnasên dixwestin binpêkirina mafan lêkolîn bikin hatine astengkirin û  got; "Kesên ku li hember binpêkirina mafan û hiqûqê bêdeng dimînin ji aliyê hiqûq, siyaset û dîrokê ve di bin berpirsyariya vê yekê de ne."

Di rapora çavdêriyê de ku Boztoprak aşkera kir ev xal hatin destnişankirin;

*Muslum Tayyar ê 22 salî roja 2'yê Mijdara 2015'an (rojekê beriya qedexeya derketina kolanê) dema li Taxa Ferîdûn ji mala xizmê xwe derket û dimeşiya ji aliyê guleyên ji wesayîta zirxî ya polîsan ve hate birîndarkirin û piştî ku Muslum rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

* Sertîp Polatê 20 salî di 3'yê Mijdara 2015'an di operasyona ku tîmên taybet pêk anî de rastî guleyên wan hat û hate kuştin.

* Engîn Gezîcî yê 24 salî dema 3'ê Mijdara 2015'an ji mala xwe ya li taxa Tekelê derdiket li ber deriyê derdikeve kolanê ji aliyê nîşangiran ve hedef hatiye girtin û jiyana xwe ji dest daye.

*Îsmet Gezîcî yê 65 salî dema xwe diavêje ser bedena biraziyê xwe Engîn ji aliyê gulleyên nîşangiran ve birîndar dibe û piştî ku radikin nexweşxaneyê li wir jiyana xwe ji dest dide.

*Mehmet Gunduz di 9'ê mijdarê de li taxa Ferîdûn ku qedexe lê nebû dema tîmên taybet kehwexaneyekê gullebaran dikin jiyana xwe ji dest dide.

* Welatiyên bi navê Yakûp Sînbag û Suleyman Çelebî jî di encama gullebarana tîmên taybet de jiyana xwe ji dest didin.

* Dema li taxa Camî li ser kuçeya Azîzoglu welatî kom dibim tîmên taybet gulleyan li ser welatiyan direşînin û di encamê de Abdulkerîm Eleftos ji lingê xwe û Faysal Korkmaz jî ji laşê xwe birîndar dibe.

* Di 5'ê Mijdarê de dema polîs êrîşî malekê dikin jina bi navê Mukaddes Arbag tê birîndarkirin. Di 6'ê mijdarê de Ridvan Ûs û 7'ê mijdarê de jî li taxa Tekelê welatiyê ku tê gotin esnaf e ji aliyê parçeyên bombeyên ku polîsan avêtine birîndar dibin.

*Di 8'ê Mijdarê de topa hewanê ku ji aliyê tîmên taybet ve hat avêtin li mala Mehmet Emîn Çîçek a ku li kuçeya Azîzoglu ya li taxa Camî ket û Çîçek birîndar bû.

*Di 9'ê Mijdarê de li Taxa Gerîdûn ku qedexe lê tinebû di encama gulebarana tîmên taybet ên li ser qehwexaneyekê Seyfettîn Kûrt, Abdulselam Kecîsî û Kûdrettîn Çîçek bi giranî birîndar bûn û li taxa Selahattîn jî Mûstafa Saglam li ser êrîşê birîndar bû.

*Di 13'ê Mijdarê de dema parlamenterên HDP û komek parêzeran xwestin biçin taxa Konûk gule li ser wan hatin reşandin û welatiyê bi navê Ustun Guneş ji singê xwe bi giranî birîndar bû. Dîsa sê zarokên ku 5-7-11 salî ku navên wan nehatin zanîn birîndar bûn.

*Di qedexeya ku 12 rojan berdewam kir 7 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Welatiyên sivîl hatin kuştin û xanî hatin xerabkirin.

* Piştî ku qedexeyê destpê kir xetên avê hatine teqandin û welatî bê av hatine hiştin.

* Li taxên bi panzeran têketînê hemû xanî hatine gullebarankirin.

* Du dema qedexeyê de xizmeta tenduristiyê nehatiye dayîn û li gel mirovan sewal jî jiyana xwe ji dest daye.

* Di dema qedexeyê de dewletê li Farqînê konsepta şer xistiye meriyetê. Di vê pêvajoyê de him li gor hiqûqa Tirkiyeyê nehatiye tevgerîn him jî li gor Peymana Cenevreyê nehatiye tevgerîn. Hêzên dewletê "terora dewletê" meşandiye û xwestiye gel bitirsîne.

* Parçeyek sîstematîk ya ku ji aliyê dewletê ve hatiye meşandin hatiye jiyîn.

* Hêzên dewletê weke IŞÎD'ê hatine xwuyakirin û bi vê yekê hatiye xwestin ku wehşeta IDÎŞ'ê ya li ser kurdan bê berdewamkirin.

*Lêkolîna binpêkirina mafan hatiye astengkirin.

*Di dawiya rapora çavdêriyê de ev tişt hatin gotin; "Hêzên dewletê li gor salên dawiyê tundiya xwe zêdetir kirine. Ev çrîş weke ku peywirek ya dewletê tên pêkanîn. Ev pêkanîn bi tevgerîna desthilatdara siyasî ve girêdayî ye. Rewşa ku tê xuyakirin weke berdewamiya konsepta şer ya desthilatdariya AKP2ê ye û ev êrîş tên parastin. Her wiha ev êrîş bêyî ku werin cezakirin tên meşandin û teşwîkkirin.

Boztoprak herî dawî bal kişand ser qedexeya derketina kolanê ya li ser Nisêbînê jî got ku li Nisêbînê ji binpêkirina mafan ên giran tên jiyîn. Boztoprak da zanîn ku parêzerên dixwazin binpêkirina mafan lêkolîn bikin tên astengkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir; "Kesên ku li hember binpêkirina mafan û hiqûqê bêdeng dimînin ji aliyê hiqûq, siyaset û dîrokê ve di bin berpirsyariya vê yekê de ne."