Hikûmeta AKP'ê 10 qenalên mûxalîf ên televîzyonê girt

10 qenalên televîzyonê yên mûxalîf, ku çend jê bi Kurdî weşanê dikin, bi biryarnameya xwedî hukmê qanûnî, ji peyka TURKSAT'ê hatin derxistin.

Operasyonên hikûmeta AKP'ê, ku di bin navê 'Têkoşîna li dijî darbeyê' de tên meşandin, xwe gihandin qenalên televîzyonê yên mûxalîf. Qenalên Hayatin Sesî TV, Azadî TV, Jiyan TV, Van TV, TV10 û Zarok TV di nav de weşanên 10 televîzyonan di çarçoveya Biryarnameya xwedî hukmê qanûnî de ji peyka TURKSAT’ê hatin derxistin û hatin girtin.

Heta niha rêveberiya televîzyonan daxuyaniyên fermî nedane. Li gorî endamê Desteya Bilind a Televîzyon û Radyoyê (RTUK) Îlhan Yerlîkaya, biryara girtina qenalên televîzyonê di çarçoveya biryarnameya xwedî hukmê qanûnî de hatiye dayîn. Qenalên televîzyonê yên hatine girtin, wê di rojên pêş de bibin mijara rojeva RTUK'ê

RTUK'ê berî niha jî gelek caran li van qenalên da girtin cezayê cuda birî bû. 

Beriya niha di çarçoveya heman biryarnameyê de weşana Ozgur Gun TV û gelek televîzyonên nêzî cematê hatibûn girtin.