Heyetek ji Rojava û KNK'ê li Afrîka Başûr e

Heyetek ji Rojava û KNK'ê li Afrîkaya Başûr hevdîtinan dike. Di hevdîtinan de tecrîda li ser Ocalanl hat şermezarkirin.

Heyeta ji Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, ji fermandarên YPJ'ê Shaha Abduh û Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya KNK'ê Yilmaz Orkan, li Afrîka Başûr hevdîtinan dike.

Heyetê bi Alîkara Wezîrê Karên Derve Nomaîndiya Mfeketo, Wezîrê Hawirdorê û Berprisyarê Têkiliyên Derve yê ANC'ê Edna Molewa, Şêwirmendê Sereke yê Serokdewlet û Wezîr Ebrahîm Ebrahîm, endamên Komîsyona Têkiliyên Derve û Xebatê ya ANC'ê ya Parlamenta Afrîka Başûr re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de, ji bo naskirina statuya Rojava avakirina Sûriyeya demokratîk daxwaza alîkariya navneteweyî hat kirin.

Heyetê her wiha bi endam û alîkarên dadgeha destûra bingehîn û dadgeha bilind re rûnişt.

DAXWAZA AZADIYA OCALAN HAT KIRIN

Lîderê PYD'ê Salih Muslim û fermandara YPJ'ê beşdarî civîna Hiqûqnasên Demokratîk ên Afrîka Başûr (NADEL) bûn. Di civînê de parêzerê lîderê efsanewî yê Afrîka Başûr Nelson Mandel dadgerê Dadgeha Bilind Essa Moosa jî amade bû û qala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir. Moosa xwest, Ocalan azad bibe.

Fermandara YPJ'ê jî qala têkoşîna jinê kir û beşdar vexwend Rojava.

Muslim jî da xuyakirin, ku ew ji bo afirandina civakeke pirrengî û demokratîk li Rojava têdikoşin.

Hevserokê KNK'ê Rêbwar Reşîd jî qala têkoşîna li çar parçeyên Kurdistanê kir.

...