Heyeta Sûriyeyî li Moskowê bi Wezîr Lavrov re rûnişt

Der barê rewşa şer û berxwedana li Sûriyeyê de, li Rûsyayê hevdîtin hatin kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, bi Koordînatorê Komîteya Koordînasyona Neteweyî ya Sûriyeyê Hasan Abdel Azîm, Nûnerê PYD'ê Xalid Îsa û endamên Civaka Sûryaniyan re li Moskowê rûnişt.

Di civîna li ser rojeva Sûriyeyê de, lêgerînên çareseriyeke aştiyane ya bêyî destwerdanekê, hatin nirxandin.

Wezîrê Karên Derve Lavrov da xuyakirin, ku divê gelên li Sûriyeyê dijîn biryarên xwe bi xwe bidin û destnîşan kir, ku ji bo muzakereyê girîng e derdorên mûxalîf ên li Sûriyeyê li hev bicivin.

Lavrov anî ziman ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn dixwaze li Sûriyeyê eniyeke hevpar a dij bi terorê, were avakirin.