Heyeta ji bo Ocalan, bi CPT’ê re hevdîtin kir: Çalakiyan mezin bikin!

HDP’yiyan ji bo têkildarî rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di nava tecrîdê de bi CPT’ê re hevdîtin kir. Daxwaz ji rayedarên CPT’ê kirin ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtinê bikin. HDP’ê, banga bilindkirina çalakiyan kir.

Parlementera HDP’ê Tûgba Hezer û Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropayê Fayîk Yagizay ên ku bi rêveberên asta jor a re li sekrekteriya Komîteya Pêşîgirtina Êşkenceyan (CPT) a li Srasboûrgê re hevdîtin kirin, bi Kurdistaniyên ku li pêşiya avahiya Parlementoya Ewropayê di nava çalakiyan de bûn daxuyaniya çapemeniyê da.

Hezer têkildarî hevdîtinê di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û diyar kir ku piştî şeva hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê bûyerên hatin jiyîn pir metîrsîdarin, rewşa Ocalan jî qasî wê metirsîdar e û em ji vê rewşê pir bi fikarin.

Hezer bi bîr xist ku Meclîsa Tirk û Qesir hate bombekirin û gelek kesan jiyana xwe ji dest dan, bal kişand ku Ocalan fikarên xwe yên di vî warî de kû pêk were anîbû ziman.

 ‘ME FIKARÊN XWE YÊN DI VÎ WARÎ DE JI CPT’Ê RE VEGOT’

Hezer desnîşan kir ku pêkanînê hikûmetê yên ku dibêjin Rewşa Awarte tenê ji bo darbekarane û daxuyaniyê wan fikaran hê zêdetir dikin. Hezer diyar kir ku bi îlankirina Rewşa Awarte re çûyîna Îmraliyê bi temamî hate qedexekirin. Hezer anî ziman ku fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan bi rayedarên CPT’ê re ragihandine.

Hezer, diyar kir ku fikarên têkildarî rewşa Ocalan bi wan re parvekirye û ji bo agahiyên zelal bi raya giştî re parve bikin divê demildest bikevin nava tevgerê.

Hezer ji bo ku heyetek biçe Îmraliyê daxwazên xwe ji CPT’ê re kirin.

CPT: EM NIKARIN DÎROKÊ DIYAR BIKIN

Hezer desnîşan kir ku ji bo çûyîn Îmraliyê CPT û hikûmet di nava diyalogê de ne. Hezer anî ziman ku mercên jiyan Ocalan yekane fikarên wan in, bi îlankirina Rewşa Awarte re fikarên wan zêde kirine.

Hezer got ku 7’ê Hezîranê Qesrê darbe pêk anîiye, niha jî hewldan darbeya leşkerî pêk hatiye.

Tûgba Hezer a HDP’yî, daxwaz kir ji gelê Kurd û hêzên demokrat kir ku çalakiyên demokratîk zêde bikin.

 

...