'Hevserokên me rûmeta me ne, em ê bi berxwedanê bi ser bikevin'

Li bajarê Ûlm ê Elmanyayê, li ser banga HDK-Ûlm û Meclîsa Jinê ya HDK-Ûlm mîtîngek hat lidarxistin û betalkirina parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag hat şermezarkirin.

Jinan wêneyên Yuksekdag û Seroka SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari ku dema hewl dida derkeve derveyî welat hat binçavkirin, hilgirtin û pankarta bi nivîsa "Hevserokên me rûmeta me ne" vekirin.

Di mîtîngê de li ser navê SKB, HDK-Ewropa û AveG-Konê axaftin hat kirin. Qisekeran dan xuyakirin, ku faşîzma Qesrê hewl dide gelan û nûnerên gelan teslîm bigire, tesfiye bike. Qisekeran gotin, "Em eniya 'NA' mezin bikin û ji bo avakirina jiyaneke hevpar a gelan tbêbikoşin." Di çalakiyê de dirûşmên "Nûner û wekîlên jin vîna me ne", "Berxwedêr wê bi ser bikevin", "Jin jiyan azadî" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de îşkence û komkujiya ku dewleta Tirk ev 13 roj in li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dike, hat şermezarkirin.

Mîtîng bi qîrîna dirûşman û belavkirina belavokan qediya.