Hevserokê HDP’ê yê Bolûyê Gunaydin hat girtin

Hevserokê HDP’ê yê Bolûyê Ozgur Gunaydin hat girtin. Ji jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin, Havva Ozcan û Kadriye Ozgan hatin berdan.

Di operasyonên qirkirina siyasî de Hevserokê HDP’ê yê Bolûyê Ozgur Gunaydin ji hêla dadgehê ve hat girtin. Gunaydin a ku piştî îfadeya li dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin bi îdîaya ku “endama rêxistinê ye” hat girtin.

Her wiha du jinên ku li Enqereyê hatin binçavkirin û ji ber xebatên jinê sewqî dozgeriyê hatin kirin, li dozgeriyê hatin berdan. ,Kadriye Ozgan a îfade da hat berdan, Havva Ozcan jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Çar jinên din jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.