NÛ BÛ

Hevseroka SYKP a hatibû binçavkirin, hat berdan

Hevseroka SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari danê sibehê hat binçavkirin. bi hinceta ku derketina derveyî welat lê hatiye qedexekirin pasaporta wê hat desteserkirin û piştre hat berdan.

Hevseroka patiya SYKP'ê Tulay Hatîmogûllari, ji bo biçe Swîsreyê hat Balafirgeha Sabîha Gokçen, lê li vir hat binçavkirin.

SYKP'ê di hesabê xwe yê twîtterê de ev agahî da: "Hevseroka me ya giştî Tulay Hatîmogûllari, ji bo tevlî çalakiyeke partiya me ya li Swîsreyê bibe çû Balafirgeha Sabîha Gokçen, lê li vir hat binçavkirin."

Ji Hatîmogûllari re hat gotin, ku qedexeya derketina derve lê qedexe ye û li gorî pêkanîneke 'îdarî' ya Wezareta Karên Hundir pasaporta wê hat desteserkirin. Piştî ku îfadeya wê hat girtin, serbest hat berdan.