Hevkariya Sûç ya AKP û DAÎŞ’ê…selahaddîn Erdem

Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablus dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAÎŞ’ê ye. Qaşo oparasyona Cerablusê ya ku medya Tirk hinde pesna wê dide, li Cerablusê bê ku fişekek bê teqandin artêşa Tirk ketiye Cerablusê.

Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablus dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAÎŞ’ê ye.Qaşo oparasyona Cerablusê ya ku medya Tirk hinde pesna wê dide, çawa operasyoneke leşkerî ye bêyî ku li kolanên Cerablusê fişekek bê teqandin pêkhatiye? Belê, artêşa Tirk ketiye Cerablusê û dagir kiriye, lê ya pêkhatî dişêbe Serkeftina Pîrûsê. Diyar e ku ketin bi hêsanî pêkhatiye, lê mayîn û derketin wê pir bi zehmetî bibe. Ketina artêşa Tirk ya axa Suriyeyê, wê di şerê Suriyeyê de qonaxeke nû daye destpêkirin.

Em destpêkê bûyerên pêkhatine bi kinahî vebêjin: Tê zanîn ku ji demeke dirêj ve amadekariyên artêşa Tirk ya ketina axa Suriyeyê dihatin kirin û ji bo vê jî fersend dihatin payîn. Komkujiya Dîlokê jî ji bo vê armancê wek fersendekê hate nirxandin. Wisa diyar e ku hikûmeta AKP’ê bi Amerîka, Rûsya û Îranê re têkilî saz kiriye û ev tevger ji aliyê wan ve jî hatiye erêkirin. Helwesta li dijî dagirkirina Cerablusê hatî nîşandayîn vê rewşê bi eşkere dide nîşan. Amerîka bi zelalî destek dike, rêveberiya Rûsyayê jî bi gotina, divê ev tevger li gel rêveberiya Esed pêkwere ve, bisînor ma.

Li aliyê din hikûmeta AKP’ê ji demeke dirêj ve navên çeteyên bi xwe ve girêdayî yên li herêmê guhertin, ew li qada Karkamişê komkirin û ev lebat jî wek amadekariyên dagirkirina Cerablusê balê dikişandin. Herwiha leşkerên Tirk di bin alîkariya tank û balafirên şer yên Tirk de di 24’ê Tebaxê de sînor derbas kirin û Erdogan bi devê xwe got ku;êdî Cerablus di destê Hêzên Artêşa Azad a Suriyeyê de ye.

Herçiqas tevgereke dagirkirinê ya ku encamên wê yên cidî yên leşkerî û siyasî hebin jî, heta vê derê mirov dikare vê rewşê asayî bibîne û pênase bike. Lê komediya bingehîn ji vir şûnde dest pê dike. Hejmara hêzên qaşo Artêşa Azad ku dibêjin Cerablus bi dest xistiye ji sed kesî derbas nabe. Di nav dîmenên ku ji aliyê tv’yên şerên taybet ve bênavber tînin ser ekranan jî nîşan didin kû çend kesên bi kincên leşkerî yên şaşwaz û meatel yên li kolanên Cerablusê bi awayekî serserî digerin pê ve ne tiştek dine. Tê dîtin ku ev kes carbicar bi daxwaza xwepêşandinê dixwazin dirûşma: Allah û ekber biavêjin, lê nikarin vêya jî bi rêkûpêk pêkbînin.

Babeta girîng a din jî li kolanên Cerablusê ne DAÎŞ, yek mirov jî nîne. DAÎŞ a ku bi salan e deriyê Cerablus û Karkamişê ji bo çûnûhatina bi hezaran mîlîtan û cebilxaneyan bikaraniye û ew der kiriye keleha xwe, ji nişkave tine bû. Pevçûneke herî piçûk jî neqewimîye, fişekek jî nehatiye teqandin. Heta artêşa Tirk û Artêşa Azad kesek anjî rûyê yek DAÎŞ’îyan jî nedîtine. Diyar e ku operasyona Cerablusê ya ku hinde tê pesinandin li hemberî kolanên vala hatiye lidarxistin.

Baş e, çi qewimiye? mîlîtanên DAÎŞ ê bi ku ve çûne? Gelo vekişiyan û ber bi aliyekî din ve çûn? An jî riha xwe birîn, kinc guhertin û bûne endamên Artêşa Azad? Lewma encameke zelal nîne. Herwiha derbarê van de di çapameniya Tirk de ti babet cih nagirin. Bi tenê serkeftina Cerablusê û qehremaniya leşkerên Tirk yên ku mehek berî li kolanên Stenbol û Enqereyê dihatin serjêkirin tê pesinandin. Sextekariya van hemûyan wek pêkenokekê li holê ye.

Ji vir şûnde em dikarin hind tespîtên girîng bikin û encaman jê derxînin. A yekê, di rastiyê de li hemberî Cerablusê operasyoneke leşkerî ya rastîn nehatiye lidarxistin, di encama lihevkirina AKP û DAÎŞ’ê de çeteyên DAÎŞ’ê Cerablus vala kirine û teslîmê artêşa Tirk kirine. Ango Cerablus ji DAÎŞ’ê nehatiye girtin, bi tenê destguherantinek pêkhatiye. Ev jî ne di nav DAÎŞ û Artêşa Azad de, di navbera DAÎŞ û artêşa Tirk de pêkhatiye. DAÎŞ’a ku cihên dagirkirî heta dawiyê diparêze û bi hêsanî terk nake, Lê Cerablus bê ku guleyekê jî biteqîne teslîmê artêşa Tirk kiriye.

Baş e, ev çawa pêkhatiye? DAÎŞ û hikûmeta AKP’ê an jî artêşa Tirk çawa lihevkirine? Ev hevdîtinên pêkhatîn li ku, çawa û di navbera kê de çêbûne? Gelo DAÎŞ û artêşa Tirk, dewleta Tirk û hikûmeta wê tim di nav wan peymanan de bûne? Pirsên wiha wê hertim li benda bersivan bin. Yên hinde pesna qaşo serkeftina Cerablusê didin û Nayê zanîn kû çima rayedarên Tirk nikarin bersiva van pirsan bidin û gotinekê jî bêjin!

Eger ne heman tişt û yek bin, diyar e ku di navbera DAÎŞ, AKP û dewleta Tirk de têkiliyeke pir cidî û hevpeymaniyek heye. Bi qasî ku ji Cerablus vekişin û Cerablus ji Tirkan re bihêlin, hinde di nav hev de ne. Baş e, ji bo hevpeymaniya AKP û DAÎŞ’ê ji vê zelaltir dane û tespît heye gelo? Heta niha me tim ev dane anîn ziman û tespît pêşkêş kirin, lê hind derdoran bawer nekir. Lê êdî rim di çewalê de hilnayê, rastî li meydanê ye û eşkere bûye. Hevpeymana Carablusê yekîtiya DAÎŞ û AKP’ê daniye holê.

Baş e, eger ku rasti wiha be û hevkariya DAÎŞ û AKP’ê di vê astê de be, AKP dikare li hemberî DAÎŞ’ê şer bike? Zelal e ku ev ne pêkan e. Gotinên hikûmeta AKP’ê û yên dewleta Tirk ku dibêjin; em li dijî DAÎŞ’ê şer dikin, bi tevahî derew in. Heta niha ne hikûmeta AKP’ê yek DAÎŞ’î kuştiye û ne jî DAÎŞ’ê li dijî AKP’ê çalakiyekê lidar

xistiye. AKP bi tenê bi awayekî sist dibêje; DAÎŞ rêxistineke terorê ye û hew. Rastî ev e û yên ji AKP’ê şerê li dijî DAÎŞ‘ê hêvî dikin, di nav bendewariyeke vala de ne.

Ya duduyan, li holê şerekî li dijî DAÎŞ’ê yan jî operasyoneke dijber nîne, berevajiyê wê, li dijî rizgarkirina Minbîcê ya ji aliyê hêzên Suriyeya Demokratîk ve êrîş û hewldana parastina DAÎŞ’ê heye. Dagirkirina artêşa Tirk a Cerablusê erîşa li hemberî azadkirina Suriyeya demokratîk û rojavayê Kurdistanê ye. Armanca bingehîn Kurd in û bizava azadiyê ya Kurdistanê ye. Astengkirina bidestxistina statûya azad ya Kurdên Suriyeyê ye. Astengkirina yek-kirina kantonên Kobanê û Efrînê ye û perçekirina Rojavayê Kurdistanê ye.

Tayîp Erdogan û rêveberên AKP’ê vê rastiyê bi awayekî eşkere bi lêv dikin. Êdî dijberî û dijminahiya xwe li dijî Kurdan naveşêrin û bi eşkereyî dibêjin. Ev jî çespandina dijminahiya AKP’yiyan e û diyar e ku wê ji vê jî venegerin. Dagirkirina Cerablusê wek berdewamiya komkujiyên Amed, Sûrûc, Enqere, Roboskî û yên Parîsê, weke xeleka dawîyê ye. Nîqaşên ku ev komkujiyên navborî ji aliyê Fetullahiyan, yan jî DAÎŞ’ê ve hatine kirin jî çîrok in. Rastî ev e ku ev hemû ji aliyê AKP’ê ve hatine kirin, an jî wan ev dane kirin.

Li aliyê din, dagirkirina Cerablusê bersiva AKP’ê ya li dijî Deklerasyona Çareseriyê ya KCK’ê ye. Bi eşkere xuya dike ku feraset û armanca AKP’ê û ya dewleta Tirk ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk çareser bikin, nîne. Hikûmeta AKP’ê hê jî li siyaseta perçiqandin û tinekirina Kurdan berdewam dike. Divê ev rastî ji aliyê herkesî ve baş bê dîtin û wisa bête tevgerîn. Bi taybetî divê gelê Kurd û hêzên demokratîk û şoreşger bi dîtina vê rastiyê re ji bo rizgarbûna ji faşîzma AKP’ê têkoşîna demokratîk a şoreşger geş û bilind bikin.

A sêsêyan jî, ji aliyê artêşa Tirk ve dagirkirina Cerablusê, di şerê li Suriyeyê de qonaxeke nû daye destpêkirin. Yên heta niha hatîn jiyîn, herçiqas bi dek û dolab jî bin, wek şerê hundirîn bû. Hêzên derveyî yan bi êrîşên hewayî yan jî bi alîkarîkirina hêzên herêmî ve tevli şer dibûn. Niha êdî sînorê Suriyeyê hatiye derbas kirin û artêşa Tirk bi ketina Suriyeyê re rê li ber tevahiya hêzên derveyî vekiriye. Herwiha şerê li Suriyeyê vegeriye şerekî ku hêzên derveyî rasterast beşdar bibin. Ji xwe Tayîp Erdogan bi gotina, bûyerên li Suriyeyê êdî ji bo me ne derveyî ne, ve îlan kiriye ku sînor rakirine û Suriye bi Tirkiyeyê re kirine yek.

Bêguman wê bandoreke vê ya pir girîng li ser Şerê Cîhanê yê sêsêyan a li Rojhelata Navîn bibe. Wê şer bêtir li herêmê belav bike û têkel bike. Eger artêşa Tirk kariye têkevê, bêguman wê artêşên din jî bixwazin bikevin axa Suriyeyê. Ev jî tê vê wateyê ku wê di pêvajoya pêş de, pevçûn hîn dijwartir bibin. Herwiha divê tevahiya gelên li Suriyeyê û hêzên demokratîk yên li Rojhilata Navîn vê rastiyê bibînin û li dijî wê jî helwesteke hevpar û têkoşînê bi pêş bixin. Divê li dijî dagirkirina Cerablusê, êrîşên DAÎŞ’ê û yên dewleta Tirk tevahiya hêzên demokratîk milbimil bisekinin û li ber xwe bidin.

Çavkanî Yeni Ozgûr Politika