Hevkariya Sûç a AKP û DAIŞ'ê - Selahattîn Erdem

Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablûs dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAIŞ’ê ye. Belê, artêşa Tirk ketiye Cerablûsê û dagir kiriye, lê ya pêkhatî dişibe Serkestina Pîrûsê.

Artêşa Tirk di 24’ê Tebaxê de Cerablûs dagir kir, ev dagirkerî delîleke nû ya hevkariya suçên AKP û DAIŞ’ê ye. Qaşo oparasyona Cerablûsê ya ku medya Tirk hinde pesna wê dide, çawa operasyoneke leşkerî ye bêyî ku li kolanên Cerablûsê fişekek bê teqandin pêkhatiye? Belê, artêşa Tirk ketiye Cerablûsê û dagir kiriye, lê ya pêkhatî dişibe Serketina Pîrûsê. Diyar e ku ketin bi hêsanî pêkhatiye, lê mayîn û derketin wê pir bi zehmetî bibe. Ketina artêşa Tirk a axa Suriyeyê, wê di şerê Suriyeyê de qonaxeke nû daye destpêkirin.    
 
Em destpêkê bûyerên pêkhatine bi kinahî vebêjin: Tê zanîn ku ji demeke dirêj ve amadekariyên artêşa Tirk a ketina axa Suriyeyê dihatin kirin û ji bo vê jî fersend dihatin payîn. Komkujiya Dîlokê jî ji bo vê armancê wek fersendekê hate nirxandin. Wisa diyar e ku hikûmeta AKP’ê bi Amerîka, Rûsya û Îranê re têkilî saz kiriye û ev tevger ji aliyê wan ve jî hatiye erêkirin. Helwesta li dijî dagirkirina Cerablûsê hatî nîşandayîn vê rewşê bi eşkere dide nîşan. Amerîka bi zelalî destek dike, rêveberiya Rûsyayê jî bi gotina, divê ev tevger li gel rêveberiya Esed pêk were ve, bisînor ma. 
 
Li aliyê din hikûmeta AKP’ê ji demeke dirêj ve navên çeteyên bi xwe ve girêdayî yên li herêmê guhertin, ew li qada Karkamişê komkirin û ev lebat jî wek amadekariyên dagirkirina Cerablûsê balê dikişandin. Herwiha leşkerên Tirk di bin alîkariya tank û balafirên şer ên Tirk de di 24’ê Tebaxê de sînor derbas kirin û Erdogan bi devê xwe got ku;êdî Cerablûs di destê Hêzên Artêşa Azad a Suriyeyê de ye.  
 
Her çiqas tevgereke dagirkirinê ya ku encamên wê yên cidî yên leşkerî û siyasî hebin jî, heta vê derê mirov dikare vê rewşê asayî bibîne û pênase bike. Lê komediya bingehîn ji vir şûnde dest pê dike. Hejmara hêzên qaşo Artêşa Azad ku dibêjin Cerablûs bi dest xistiye ji sed kesî derbas nabe. Di nav dîmenên ku ji aliyê tv’yên şerên taybet ve bênavber tînin ser ekranan jî nîşan didin kû çend kesên bi kincên leşkerî yên şaşwaz û meatel yên li kolanên Cerablûsê bi awayekî serserî digerin pê ve ne tiştek dine. Tê dîtin ku ev kes carbicar bi daxwaza xwepêşandinê dixwazin dirûşma: Allah û ekber biavêjin, lê nikarin vêya jî bi rêkûpêk pêk bînin. 
 
Babeta girîng a din jî li kolanên Cerablûsê ne DAIŞ, yek mirov jî nîne. DAIŞ a ku bi salan e deriyê Cerablûs û Karkamişê ji bo çûnûhatina bi hezaran mîlîtan û cebilxaneyan bikaraniye û ew der kiriye keleha xwe, ji nişka ve tine bû. Şerekî herî piçûk jî neqewimiye, fişekek jî nehatiye teqandin. Heta artêşa Tirk û Artêşa Azad kesek an jî rûyê yek DAIŞ’iyan  jî nedîtine. Diyar e ku operasyona Cerablûsê ya ku hinde tê pesinandin li hemberî kolanên vala hatiye lidarxistin.  
 
Baş e, çi qewimiye? mîlîtanên DAIŞ ê bi ku ve çûne? Gelo vekişiyan û ber bi aliyekî din ve çûn? An jî riya xwe birîn, kinc guhertin û bûne endamên Artêşa Azad? Lewma encameke zelal nîne. Her wiha der barê van de di çapameniya Tirk de ti babet cih nagirin. Bi tenê serketina Cerablûsê û qehremaniya leşkerên Tirk yên ku mehek berî li kolanên Stenbol û Enqereyê dihatin serjêkirin tê pesinandin. Sextekariya van hemûyan wek pêkenokekê li holê ye. 
 
Ji vir şûnde em dikarin hind tespîtên girîng bikin û encaman jê derxînin. A yekê, di rastiyê de li hemberî Cerablûsê operasyoneke leşkerî ya rastîn nehatiye lidarxistin, di encama lihevkirina AKP û DAIŞ’ê de çeteyên DAIŞ’ê Cerablûs vala kirine û teslîmê artêşa Tirk kirine. Ango Cerablûs ji DAIŞ’ê nehatiye girtin, bi tenê destguherantinek pêkhatiye. Ev jî ne di nav DAIŞ û Artêşa Azad de, di navbera DAIŞ û artêşa Tirk de pêkhatiye. DAIŞ’a ku cihên dagirkirî heta dawiyê diparêze û bi hêsanî terk nake, Lê Cerablûs bê ku guleyekê jî biteqîne teslîmê artêşa Tirk kiriye. 
 
Baş e, ev çawa pêkhatiye? DAIŞ û hikûmeta AKP’ê an jî artêşa Tirk çawa lihevkirine? Ev hevdîtinên pêkhatîn li ku, çawa û di navbera kê de çêbûne? Gelo DAIŞ û artêşa Tirk, dewleta Tirk û hikûmeta wê tim di nav wan peymanan de bûne? Pirsên wiha wê hertim li benda bersivan bin. Yên hinde pesna qaşo serketina Cerablûsê didin û Nayê zanîn kû çima rayedarên Tirk nikarin bersiva van pirsan bidin û gotinekê jî bêjin!  
 
Eger ne heman tişt û yek bin, diyar e ku di navbera DAIŞ, AKP û dewleta Tirk de têkiliyeke pir cidî û hevpeymaniyek heye. Bi qasî ku ji Cerablûs vekişin û Cerablûs ji Tirkan re bihêlin, hinde di nav hev de ne. Baş e, ji bo hevpeymaniya AKP û DAIŞ’ê ji vê zelaltir dane û tespît heye gelo? Heta niha me tim ev dane anîn ziman û tespît pêşkêş kirin, lê hind derdoran bawer nekir. Lê êdî rim di çewalê de hilnayê, rastî li meydanê ye û eşkere bûye. Hevpeymana Carablusê yekîtiya DAIŞ û AKP’ê daniye holê. 
 
Baş e, eger ku rasti wiha be û hevkariya DAIŞ û AKP’ê di vê astê de be, AKP dikare li hemberî DAIŞ’ê şer bike? Zelal e ku ev ne pêkan e. Gotinên hikûmeta AKP’ê û yên dewleta Tirk ku dibêjin; em li dijî DAIŞ’ê şer dikin, bi tevahî derew in. Heta niha ne hikûmeta AKP’ê yek DAIŞ’î kuştiye û ne jî DAIŞ’ê li dijî AKP’ê çalakiyekê lidar xistiye. AKP bi tenê bi awayekî sist dibêje; DAIŞ rêxistineke terorê ye û hew. Rastî ev e û yên ji AKP’ê şerê li dijî DAIŞ‘ê hêvî dikin, di nav bendewariyeke vala de ne. 
 
Ya duduyan, li holê şerekî li dijî DAIŞ’ê yan jî operasyoneke dijber nîne, berevajiyê wê, li dijî rizgarkirina Minbicê ya ji aliyê Hêzên Suriyeya Demokratîk ve êrîş û hewldana parastina DAIŞ’ê heye. Dagirkirina artêşa Tirk a Cerablûsê erîşa  li hemberî azadkirina Suriyeya demokratîk û rojavayê Kurdistanê ye. Armanca bingehîn Kurd in û bizava azadiyê ya Kurdistanê ye. Astengkirina bidestxistina statûya azad ya Kurdên Suriyeyê ye. Astengkirina yek-kirina kantonên Kobanê û Efrînê ye û perçekirina Rojavayê Kurdistanê ye.  
 
Tayîp Erdogan û rêveberên AKP’ê vê rastiyê bi awayekî eşkere bi lêv dikin. Êdî dijberî û dijminahiya xwe li dijî Kurdan naveşêrin û bi eşkereyî dibêjin. Ev jî çespandina dijminahiya AKP’yiyan e û diyar e ku wê ji vê jî venegerin. Dagirkirina Cerablûsê wek berdewamiya komkujiyên Amed, Pirsûs, Enqere, Roboskî û yên Parîsê, weke xeleka dawiyê ye. Nîqaşên ku ev komkujiyên navborî ji aliyê Fetullahiyan, yan jî DAIŞ’ê ve hatine kirin jî çîrok in. Rastî ev e ku ev hemû ji aliyê AKP’ê ve hatine kirin, an jî wan ev dane kirin. 
 
Li aliyê din, dagirkirina Cerablûsê bersiva AKP’ê ya li dijî Deklarasyona Çareseriyê ya KCK’ê ye. Bi eşkere xuya dike ku feraset û armanca AKP’ê û ya dewleta Tirk ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên bingehîn yên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk çareser bikin, nîne. Hikûmeta AKP’ê hê jî li siyaseta perçiqandin û tinekirina Kurdan berdewam dike. Divê ev rastî ji aliyê herkesî ve baş bê dîtin û wisa bête tevgerîn. Bi taybetî divê gelê Kurd û hêzên demokratîk û şoreşger bi dîtina vê rastiyê re ji bo rizgarbûna ji faşîzma AKP’ê têkoşîna demokratîk a şoreşger geş û bilind bikin. 
 
A sêsêyan jî, ji aliyê artêşa Tirk ve dagirkirina Cerablûsê, di şerê li Suriyeyê de qonaxeke nû daye destpêkirin. Yên heta niha qewimîn, her çiqas bi dek û dolab jî bin, wek şerê hundirîn bû. Hêzên derveyî yan bi êrîşên hewayî yan jî bi alîkarîkirina hêzên herêmî ve tevli şer dibûn. Niha êdî sînorê Suriyeyê hatiye derbas kirin û artêşa Tirk bi ketina Suriyeyê re rê li ber tevahiya hêzên derveyî vekiriye. Herwiha şerê li Suriyeyê vegeriye şerekî ku hêzên derveyî rasterast beşdar bibin. Ji xwe Tayîp Erdogan bi gotina, bûyerên li Suriyeyê êdî ji bo me ne  derveyî ne, ve îlan kiriye ku sînor rakirine û Suriye bi Tirkiyeyê re kirine yek.  
 
Bêguman wê bandoreke vê ya pir girîng li ser Şerê Cîhanê yê sêsêyan a li Rojhelata Navîn bibe. Wê şer bêhtir li herêmê belav bike û têkel bike. Eger artêşa Tirk kariye têkevê, bêguman wê artêşên din jî bixwazin bikevin axa Suriyeyê. Ev jî tê vê wateyê ku wê di pêvajoya pêş de, şer hîn dijwartir bibin. Her wiha divê tevahiya gelên li Suriyeyê û hêzên demokratîk yên li Rojhilata Navîn vê rastiyê bibînin û li dijî wê jî helwesteke hevpar û têkoşînê bi pêş bixin. Divê li dijî dagirkirina Cerablûsê, êrîşên DAIŞ’ê û yên dewleta Tirk tevahiya hêzên demokratîk milbimil bisekinin û li ber xwe bidin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA