BI DÎMEN

Hevdîtina Demîrtaş-Schûlz dest pê kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku ji aliyê Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz ve bi awayekî fermî hat vexwendin, li Brukselê dest bi hevdîtinan kir. Hevdîtina navbera Demîrtaş û Schûlz dest pê kir.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ku piştî danûstandinên xwe yên li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz ve hat vexwendin, tevî Berpirsyarê Têkiliyên Derve yê HDP'ê Alîkarê Hevserokan Hişyar Ozsoy, Berpirsyara Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Alîkara Hevserokan Meral Daniş Beştaş û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar hat paytexta Belçîka Brukselê.

Heyeta HDP'ê ya bi serokatiya Demîrtaş wê du rojan li Parlamenta Ewropayê hevdîtinan bike. Hevdîtina navbera heyetê û Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz danê vê sibehê dest pê kir.

Çav li rê ye Schûlz û Demîrtaş piştî hevdîtinê derkevin pêşberî çapemeniyê û daxuyaniyê bidin.

...