Heta şîdeta li hember jinê biqede em li kolanan e!

SKM û OGK bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li Qada Galatasaray çalakiya rûniştinê pêk anîn. Jinan diyarkirin ku heta şîdeta li hember jinan bi dawî nebe wê kolanan terk nekin.

Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û Jina Ciwan a Azad (OGK) bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hember Şîdeta li Dijî Jinan li Qada Galatasaray çalakiya rûniştinê pêk anîn.  

Li ser navê OGK’ê Pinar Turk daxuyanî xwend.  Turk got: “Ji bo li hember cinayetên li dijî jinan ên li çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê, li hember şîdeta zilam û dewletê li ber xwe bidin û parastina jiyana xwe em li kolanan e. Ji ber em li hember şîdeta zilam bêdeng namînin, îsyan dikin, li dozgeriyê gilî dikin, biryara parastinê digirin, serî li malên starê didin, ji jinên li nêzî piştgiriyê dixwazin û piştevaniyê dikin li her qada jiyanê em rastî tehdîd, şîdet û mirinê tên.”

Turk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku wê şerê li hember şîdeta dewlet û zilam, têkoşîna aştî û azadiyê bidomînin. Turk destnîşan kir ku heta şîdeta li hember jinê bi dawî bibe wê kolanan terk nekin. 

...