'Heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin, em ê li qadan bin'

Kurdistaniyên li Elmenya dijîn, ji ber ku ji Rêberê Gelê Kurd Ocalan agahî nayê standin nerazîbûneke tund nîşan dan û xwestin, zûka li Imraliyê hevdîtin pêk were. Kurdistaniyan gotin, heya bi Ocalan re hevdîtin pêk were, wê çalakiyên xwe zêde bikin.

Li Tirkiyeyê, piştî hewldana darbeyê ji ber ku agahî ji Rebêr Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê standin û daxwazên hevdîtinên yên malbat û parêzeran nayên qebûlkirin, Kurd gelekî bi hêrs û aciz bûye.

Kurdistaniyên ku li bajarên Wûppertal û Kolnê yên Elmanyayê dijîn, hêrsa xwe ji ANF’ê re gotin..

'SEROK APO XETA ME YA SOR E'

Emîn Emîn Demîr / Wûppertal: Tecrîda ku dewleta Tirk li ser Birêz Ocalan dimeşîne ji bo Kurdan rewşeke hêwilnak e. Li gel ku dizanin Rêber Apo nûnerê Kurdan e jî vê tecrîdê li ser datînin. Ango bi kurtasî tenê ne li ser Serok, li ser hemû Kurdan tecrîdê datînin. Ditirsin ku Serok çareseriyê bîne. Beriya bi salekê jî gotibû wê darbe pêk were. Bûyerên li Sûrî jî berê gotibû. Hemû gotinên wî rast derketin. Di hevdîtinan de çi tiştên ku Serok gotin rast derdikevin, pêk tên. Ji bo vê sedemê jî nahêlin hevdîtin pê re çêbibin. Lê em Kurdistanî, heya ku bi Rêber Apo re hevdîtn pêk were em ê di nav çalakiyan de bin. Rêber Apo xeta me ya sor e.

'KU SERÊ MIROV NEBE, BEDEN BI KÊRÎ TIŞTEKÎ NAYÊ'

Fatma Korkmaz /Koln: "Gel divê di vê mijarê de were ronîkirin, em hemû di nav fikareyên kûr de ne, êdî dema wê hatiye ku dawî li vê tecrîdê were. Ji bo azadiya Rêber Apo çi hewce be divê were kirin û em hazir in. Bê Rêbertî civakeke nikare tiştekî bike, Rêberê me serê me ye. Ku serê mirov nebe beden bi kêrî tiştekî nayê. Ji bo vê jî, heya ku em ji Rêber Apo agahiyê bistînin, em ê bi hemû hêza xwe têkoşînê xurt bikin.

'EM BI FIKAR IN'

Mutlak Bîngol / Wûppertal: Dewleta Tirk tecrîda li ser Serok giran kiriye. Ji mêj ve destûr nade ku hevdîtin pê re werin kirin. Nahêlin ti kesek pê re hevdînê bike. Em di nav fikareyên kûr de ne. Jixwe piştî vê hewldana darbeyê, tê gotin hedefa pêşî ya darbekaran wê Birêz Ocalan bûya. Em bi rastiya vê nizanin ji bo vê jî em di nav fikareyan de ne. Em dixwazin zûka bi parêzerên xwe re û malbata xwe re hevdîtinê bike. Em Kurd biryardar in û heya ku ev hevdîtin pêk werin, çi bikeve ser me em amade ne ku bikin.

'OCALAN AŞTÎXWAZ E'

Erkan Soylu/Koln: Dewleta Tirk pir baş dizane ku Birêz Ocalan ne şerxwaz lê aştîxwaz e. Ji ber ku Ocalan aştîxwaz e û pêşniyarên wî yên çareseriyê di hilbijartinên 7’ê  Hezîranê de pêk hatin, AKP pir aciz bû. Ji bo vê jî bi tecrîda li ser Ocalan niha dixwazin Kurdan li qada siyasî biqedînin. Kurd ji bo ku tecrîda li ser Ocalan bişkînin, bi taybetî li Ewropa divê derkevin qadan û di nav çarçoweya demokrasiyê de çalakiyên bibandor bikin. Bi taybetî medyaya Kurd divê vê mijarê tim di rojevê de bihêlin. Tecrîda li ser Ocalan divê ji psîkolojiya her kesî diyar bibe.

'OCALAN GELÊ KURD E'

Xeyrî Çiya / Wûppertal: Piştî ku li Tirkiyê hewldana darbeyê hate kirin, ji birêz Ocalan me ti agahdarî nestand û em di nav fikareyan de ne. Ev salek e ne dihêlin bi parêzerên xwe re û ne jî bi malbata xwe re biaxive. Em dixwazin der barê rewşa tendiristiya wî û jiyana wî bibin xweyî agahî. Ef mafê me yê herî xwezayî yê Kurdistaniyan e. Heya ku em agahiyê jê bistînin em ê tim li kuçeyan bin. Ez vê tecrîdê bi tundî şermezar dikim. Em tim li pey Rêber Apo ne, jiyaneke bê Rêber Apo em qebûl nakin. Ocalan gelê Kurd e. Ku tiştek bi Ocalan hatibe bi hemû gelê Kurd hatiye.

...