Hejmara nû ya Stêrka Ciwan derket

Hejmara Kanûna 2022'an a Kovara Stêrka Ciwan bi manşeta "Di şerê man û nemanê de em ê bi ruhê Apoyî azadiyê bi dest bixin" hate weşandin.

Kovara Stêrka Ciwan ku yek ji weşanên herî demdirêj ên ciwanên Kurd ên li Ewropayê ye, bi manşeta "Di şerê man û nemanê de em ê bi ruhê Apoyî azadiyê bi dest bixin" hejmara xwe ya 235'an weşand.

Hejmara Kanûnê ya kovarê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Elmanî û Îngilîzî hate weşandin. Di hejmara Kanûnê ya kovarê de nivîsa "Hûn ê jinûve vejînê bi şer pêk bînin" a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bîranînên bi fermandar Şehîd Rêzan Amed re yên Sefkan Kobanê, nivîsa "Di pêvajoya man û nemanê de xweparastin wê serketinê misoger bike" ya Hêvîdar Pîrdogan, nivîsa endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan a li ser şerê destanî yê gerîla hatin weşandin.

Di kovarê de her wiha nivîsên li ser îdeolojî, çand, huner, dîrokê jî hatin weşandin.

Kovara Stêrka Ciwan li ser van navnîşanan dikare bê peydakirin: 
https://open.spotify.com/show/0JZErTQOyhzbJMAR1bfgxv
https://www.youtube.com/@sterkaciwan