HDP: Zîhniyeta şer da destpêkirin wê hesab bide

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da û got ku pêwîst e hesab bide.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên şer ên AKP’ê da û got ku pêwîst e hesab bide.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê,  li hember polîtîkayên şer ên AKP’ê nerazîbûn nîşan da û got: "Wezîfeya Serokwezîrê di statuyekeke demkî de ye, ev e ku van pevçûnan rawestîne û pêvajoyeke ku mirinan rawestîne bilez bide destpêkirin.” HDP’ê da xuyakirin ku ji be AKP bi tena xwe nebû desthilatdar û rêya seroktiyê ji Erdogan re nehat vekirin welêt ber bi kaosê ve birine û pêwîst e AKP hesap bide.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê,  têkildarî konsepta şer a AKP’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

'HÛN NIKARIN HESAB BIPIRSIN HÛN Ê HESAB BIDIN'

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê got: "Wezîfeya Serokwezîrê di statuyekeke demkî de ye, ev e ku van pevçûnan rawestîne û pêvajoyeke ku mirinan rawestîne bilez bide destpêkirin. Wezîfeya parlamentoyê ne ev e ku derkeve betlaneyê hilberandina çareseriyê ye.  Em dixwazin bînin bîra kesên dibêjin wê hesab ji HDP’ê bixwazin: Hûn ne di asta hesabpirsînê hûn di asta hesabdayînê de ne… Divê tevayî raya giştî ya Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne. Ji bo AKP bi tena xwe nebû desthilatdar, ji yê Qesrê re rêya seroktiyê venebû  welat ber bi kaosê ve dibin.”

'DIVÊ SEROKWEZÎR AN DEST JI HELWESTA XWE BERDE YAN JÎ ÎSTÎFA BIKE'

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP’ê da xuyakirin ku ji bo rawestandina pevçûnan wê hemû hewldanên xwe bi awayekî zêde bidomînın û got: “Em bi we şer nedin kirin. Pêwîst e polîtîkayên ku atmosfera şer bi dawî bike û mirinan asteng bike bikevin pratîkê. Serokwezîrê demkî yê çareseriyê çênake yan divê dest ji vê helwesta xwe berde yan jî îstîfa bike.”