HDP'ê xwest Meclîs bûyera qetilkirina Elçî lêkolîn bike

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi pêşniyarnameyekê re xwest Meclîs bûyera qetilkirina Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve, lêkolîn bike.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs Balûken ji Meclîsê xwest, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ji aliyê dewletê ve, 

Balûken di pêşniyarnameyê de got, "Bûyera qetilkirina Serokê Baroya Amedê Birêz Tahîr Elçî, pêvajoya hedefnîşandanê ku zemîn ji qetilkirinê re amade kir û yên di nava vê pêvajoyê de cih girtine bên lêkolînkirin. Ji bo ronîkirina vê qetlîamê û yên zemîn jê re amade kirine, em dixwazin û pêşniyar dikin ku Meclîs lêkolîn bike."

Balûken bal kişand ser aliyên siyasî yên vê bûyerê û destnîşan kir, ku ji ber encama rejîma lîncê hatiye qetilkirin, girîng e Meclîs bikeve dewrê.