HDP'ê pirsên 'Tahîr Elçî' li hikûmetê kir

HDP'ê li ser qetilkirina Tahîr Elçî pêşniyarpirsek pêşkêş kir. Di pêşniyarpirsa ji aliyê Beştaş ve hat dayîn de hat ragihandin ku Elçî bi fîşeka polîsan hatiye qetilkirin.

HDP'ê li ser qetilkirina Tahîr Elçî pêşniyarpirsek pêşkêş kir. Di pêşniyarpirsa ji aliyê Beştaş ve hat dayîn de hat ragihandin ku Elçî bi fîşeka polîsan hatiye qetilkirin.

Parlametnera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, di pêşniyarpirsa xwe de bal kişand ser dîmenên bûyerê û diyar kir ku hem ji dîmenan hem jî ji daxuyaniya Serokwezîr Davûtoglû ya piştî bûyerê tê fêmkirin û dîtin, ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî bi fîşeka polîsan hatiye qetilkirin.

Beştaş ev pirs li Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala kir:

"Tevî ku nuqteya kontrolê tinebû, taksî çima hat sekinandin?

Taksî çima bi wesayîta zirxî yan jî hêzên ewlekariyê yên bi êlekên ji pola nehat sekinandin, lê ji aliyê polîsên ku ti tedbîrên xwe yên ewlekariyê tinebû ve hat sekinandin?

Polîsan dema ku taksî sekinandin, çima bi têrkerî tedbîrên ewlekariyê yên têrker negirtin?

Polîsan dema ku taksî sekinandin, çima bi refleksa hêzên ewlekariyê tevnegeriyan, lê weke wesayîta şexsekî nas dike bi rehetî sekinand û derî vekirin?

Tahîr Elçî dema daxuyanî dida çapemeniyê, li cihê bûyerê çend polîs hebûn?

Polîsan, dema ku dengê çekan hat bihîstin, çima li şûna ku Tahîr Elçî û yên li cem biparêze, gule li cihekî nediyar ve reşandin?

Piştî ku dengê çekan hat bihîstin, çima Tahîr Elçî û yên beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn, ber bi herêmeke ewle ve nehatin kişandin?

Gelo, polîsan dema gule li êrîşkaran reşandin, li gorî ewlekariya derdorê tevgeriya?

Li gorî dîmenan, ew şexsê ku bi lûleya debanceyê digire û direve kî ye? Di dema şer de çima çek nekişand û li şûna vê yekê bi helwesteke xemsar bi lûleya demanceyê girt û reviya?

Kesê ku polîsan li dû hev gule berdanê, lê belê lê nexistin, çima piştre nehat şopandin?

Polîsê sivîl ê bi kincê rengê qehweyî, piştî ku gule reşand, çima mîna ku kamerayan kontrol bike, tevgeriya? Çima polîsê li cem wî bi gotina 'bisekine, bi rehetî tevbigere' ew hişyar kir? Polîsê sivîl ê bi kincê bi rengê qehweyî piştre çeka xwe daye polîsekî din ê sivîl?

Tevî ku tê zanîn Tahîr Elçî hedef tê nîşandan û wê 28'ê Mijdarê saet di 10:30 de daxuyaniyê bide çapemeniyê, li wê nuqteyê di dema daxuyaniyê de çima şer derketiye? Pêwendiya şerê derketiye bi taksiya tîcarî ya ji aliyê polîsan ve hatiye sekinandin heye?

Di wê demê de di destê polîsan de çend çek hebûn? Li cem polîsekî çend çek hene? Çima polîs zêdeyî çekekê bi xwe re digerînin?

Hemû fîşek û qalikên wan ên di bûyerê de hatine bikaranîn, hatine dîtin? Bi giştî çend fîşek û qalikên wan hatine dîtin? Hatiye tespîtkirin ku fîşek ji kîjan çekê derketiye? Fîşek ji kîjan çekê derketiye?

Çend çek ji lêkolîna balîstîk re hatiye şandin?

Fîşeka li Tahîr Elçî ket, li cihê bûyerê hat dîtin? Li gorî daxuyaniyên heta niha hatine dayîn, çima ev fîşek heta niha nehatiye dîtin? Xebatên di vî warî de di kîjan astê de ye?

Weke Wezaretê, we derfetên ji bo lêkolînkirina cihê bûyerê neafirandin?

Ji ber ku demeke dirêj Tahîr Elçî hedef dihat nîşandan, çima tedbîrên ewlekariyê nehatin wergirtin? Polîsên li cihê bûyerê, li şûna ku Elçî rizgar bike, çima hewl dan balê bikişînin ser hedefeke şaş?

Gefa 'dora hatiye te' ya ku li hevsera Tahîr Elçî hat xwarin, hûn çawa dinirxînin? Der barê mijarê de ti tedbîr hatiye girtin? Nehatibe girtin, sedema xwe çi ye?

Tahîr Elçî dibe ku bi fîşeka ji çeka polîsên li cihê bûyerê, hatibe qetikirin? Hûn daxuyaniya Serokwezîr Ahmet Davûtoglû ku rojek piştî bûyerê gotibû, 'Eger terorîstan êrîşî polîsên me nekiribûna, wê bûyerek bi vî rengî neqewimiya' hûn çawa dinirxînin?"