HDP'ê Kolombiya pîroz kir

HDP'ê nameyeke ji Kolombiyayê re şand, ku peymana aştiyê mor kir û her du alî pîroz kir.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ji lîderê gerîlayên FARC'ê Tîmoleon Jîmenez û Serokdewletê Kolombiyayê Jûan Manûel Santos re name şandin û ji ber îmzekirina peymana aştiyê ew pîroz kirin.

Di nameyê de hat ragihandin, ku ji ber morkirina peymana aştiyê ya dawî li şerê 52 salan tîne, ew gelekî kêfxweş bûne û hat destnîşankirin, ku weke partiyeke siyasî ya rêyên aştiyane û diyalogê ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên civakî, siyasî û aborî esas digirin, ji vê peymana wan a dîrokî hêzeke mezin digirin.

Di nameyê de hat gotin, "Di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên aştiyane û qedandina şerê çekdarî yê 32 salan, em hêvîdar in wê li tevahiya cîhanê, li şûna şer û mirinan, hîn bêhtir aştî, lihevkirin û diyalog serdest be. Ev yek sedema me ya têkoşînê ye. Bêguman, peymana aştiyê ya we mora xwe danîne binî, wê hêza aktorên siyasî demokratîk ên li her devera cîhanê têkoşîna aştî û azadiyê dimeşînin, xurtir bike."

Di nameyê de piştgirî ji gelê Kolombiyayê re hat dayîn û ji ber ku aştî diyarî gel kirine, her du alî hat pîrozkirin.