HDP'ê ji bo komkujiya Zergelê pêşniyara komîsyona lêkolînê kir

Parlamenterê HDP'ê yên li Zergelê lêkolîn kirin, komkujiya dewleta Tirk a li vî gundî xistin rojeva Meclîsê. Parlamenteran ji AKP a digot, 'Yên hatine qetilkirin ne sivîl in' xwestin, komîsyona lêkolînê bê avakirin.

Parlamenterên HDP'ê Osman Baydemîr, Kadrî Yildirim û Huda Kaya, der barê komkujiya dewleta Tirk a li gundê Zergelê kirî de, pêşniyar pirs û pêşniyara lêkolînkirinê kirin.

Di pêşniyara ji bo lêkolînkirinê de parlamenterên HDP'ê yên di heyeta lêkolînkirina komkujiya li Zergelê de cih girtin, nûçe û dîmenên li ser komkujiyê bi raya giştî re parve kirin û destnîşan kirin ku rayedarên dewletê weke mînaka Komkujiya Roboskî di vê komkujiyê de jî serî li polîtîkayên red û înkarê dane.

'ZERGELÊ GUNDÊ SIVÎLAN E, YÊN HATIN KUŞTIN SIVÎL IN'

Di pêşniyarnameyê de hat ragihandin ku Zergelê gundekî sivîlan e û yên jiyana xwe ji dest dane sivîl in û hat gotin, "Her binpêkirineke mafên mirovan a di tarîtiyê de dimîne, zemînê ji binpêkirineke nû re amade dike. Ji ber vê yekê; ji yên êrîş kirine heta yên ferman dane û raya giştî bi agahiyên şaş xapandine, ji bo hemû berpirsyarên vê komkujiyê bên aşkerakirin û raya giştî di vî warî de rast bê agahdarkirin, pêwîstî bi avakirina komîsyoneke lêkolînê heye. Em dixwazin ev komîsyon demek ji ya din zûtir bê avakirin."

JI DAVÛTOGLÛ BERSIVA VAN PIRSAN HAT XWESTIN

Parlamenteran di pêşniyar pirsê de jî ev pirs li Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kirin:

"1. Hemû agahî û dane nîşan didin ku Zergelê cihekî sivîlan e û di encama êrîşê de sivîl hatine qetilkirin. Tevî vê yekê, çima hikûmeta we ji bo aşkerakirina hemû aliyên komkujiyê lêkolîneke berfireh nekiriye û daxuyaniyên şaş dide raya giştî?

2. Tevî ku piştî êrîşa hewayî rayedarên Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê êrîş şermezar kirin û dan xuyakirin ku yên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane sivîl in, çima we daxuyaniyên dûrî ji rastiyê yên ku îdîa dikin beriya êrîşê agahîj i Hikûmeta Herêmî ya Kurdistanê re hatiye dayîn?

3. Tevî ku êrîş û encamên wê bi xeteriya xwe derketiye holê jî, çima Serokatiya Fermandariya Giştî daye xuyakirin ku cihê hatiye bombekirin ne gundê sivîlan e? Siparteya vê daxuyaniyê çi ye?

4. Siparteya hiqûqî ya operasyona hewayî ya derveyî sînor a 1'ê Tebaxa 2015'an çi ye? Hikûmeta Navendî ya Bexdayê der barê operasyonê de berê hatiye agahdarkirin? Der barê daxuyaniya hikûmeta navendî ya ku êrîşê şermezar dike, helwesta hikûmeta we çi ye?

5. Tevî ku di peymanên navneteweyî de bi awayekî vekirî tê gotin ku çek û cebilxane bi ti awayî nabe li dijî sivîlan bên bikaranîn, hikûmeta we vê êrîşa hewayî ya 1'ê Tebaxa 2015'an a li hemberî sivîlan, çawa vedibêje?

6. Hikûmetên welatên xwedî çek û cebilxaneyên we di êrîşa hewayî de li hemberî sivîlan bikaranîn, hişyarî li hikûmeta we hatiye kirin? Eger hatibe kirin, ji aliyê kîjan mekanîzmayên navneteweyî ve hatine kirin?

7. Di êrîşên artêşa Tirk ên heta îro li hundir û derveyî welêt çend cihên sîvîl lê dijîn bandor bûne û çend sîvîlan jiyana xwe ji dest dane? Têkildarî wan çend lêpirsîn hatine vekirin? Çend di pêvajoya lêpirsînê de ne?

8. Komkujiya Zergelê jî mîna ya Roboskî, ji bo bê nixumandin, berpirsyar dernekevin holê û neyên darizandin, ji bo zemîn ji komkujiyên nû re bên amadekirin hat pêkanîn? Di vê çarçoveyê de ji bo komkujiyên nû rû nedin wê hikûmeta we çi tedbîran bigire? 

9. Li gor ku me li cihê bûyerê lêkolîn kir, mizgeft û dibistana Zergelê jî rastî zerareke cidî hatine. Li gor hiqûqa însanî û Îslamî jî rêgeza ku mabet neyên armanckirin heye, tevî vê jî ku artêşa Tirkiyeyê li mizgeft û dibistanê daye hûn çawa dinirxînin? 

10. Gelê gundê Zergelê û yên derdorê di nav fikaran de ne ku artêşa Tirkiye careke din li wan bide de ne û nikarin vegerin jiyana xwe ya asayî. Hûn difikirin polîtîkayeke ku wê artêşa Tirkiyeyê careke din sîvîlan bombe neke çêbikin?