HDP’ê ji bo Cerablûsê dengê xwe li Tirkiyê kir

HDP’ê bertek nîşanî dagirkirina Cerablûsê ya bi destê dewleta Tirk kir û diyar kir, ev ê Tirkiyeyê bixe nav çiravê.

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî dagirkirina Cerablûsê de dengê xwe li Tirkiyê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, polîtîkaya Sûriyê ya 5 salan a ku Tirkiye dimeşîne têk çûye û wiha got: ‘’ Polîtîkaya nû ya Sûriyeyê ya hikûmetê weke ya berê şaş e, ku ev hikûmet ji bo hevkarên xwe yên siyasî biguherîne serê kêliyekê fetlekê dide xwe. Tirkiye divê zêdetir lingê xwe ber bi şerê Sûriyeyê ve dirêj neke û ji bo vê jî divê bi rêbazên leşkerî serê xwe tevlî nav karê hundir ê vî welatî neke. Divê dev ji polîtîkaya xwe ya dijî Kurdên Sûriyeyê biqere.’’

‘NE PEYWIRA TIRKIYÊ PEYWIRA GEL E’

Di daxuyaniyê de hate gotin, helkefta Tirkiyê wê encamên zehf neyênî bi xwe re bîne û bi berdewamî hate gotin, ‘’Ev rewş ne di berjwendiya gelên Tirkiyê û Sûriyê de ye. Tişta ku îro tê kirin, lihevguhertina DAIŞ’ê û hin komên çeteyan ên li Cerablûsê. ‘’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: ‘’Kurdên ku li Rojava dijîn û pêkhateyên di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk de ne dijminên me lê dostên me ne. Tişta ku li Tirkiyê dikeve ew e ku destekê bide van hêzan ku ji bo siberoja demokratîk a gelan şer dikin.

Divê gelê Sûriyeyê biryara ku wê ji niha û şûn de Sûriye çawan xwe bi rêve bibe, rejîma Sûriyeya demokratîk wê çawe şêwe bigire bide. Destketiyên heta niha yên Gelên Rojava û pêşveçûna wê ji aliyê deweta Tirk ve dixwest bê astengkirin. Bi vê ve girêdayî pêşniyara Federasyona Sûriyeya Demokratîk kû ji bo Gelên Rojava amade kirî divê demokratîkbûna Sûriyeyê bi awayekî cidî bê gotûbêj kirin. Divê Tirkiye fikrên xwe yên ku di dîrokê de ji rêderketî rizgar bibe, bifikire û gav bavêje.

Tirkiye bi xwezayî kete nav şerê Sûriyeyê. Biryara şer aîdî Saziya TBMM’ê ye. Carekî din dîsa Meclîs vale derxistin. Pêkhateya teknkrat û bîrokratên li gel Serokkomar û hikûmeta AKP’ê pêwîst nedîn ku vîna gal Meclîsê agadar bike, welat ber bi şerekî ve dehf dide.

Desthilatdariya AKP’ê bi vê polîtîkaya xwe ya derve wê ne tenê berdêlên giran bide gelên Sûriyeyê, di heman demê de wê gelên Tirkiyeyê jî derbên giran bixwin. Çawan bi salan em divêjin , em ê dîsan balê bikişînin, divê ji van polîtîkayên şaş bi lez û bez vegerin.

Bi polîtîkayên bi awayekî ‘Di hindir de şer û bi der ve re şer’ hikûmet divê di hindir de li Tirkiyeyê aştiyê pêk bîn û vegere pêvajoya çareseriyê; bi derve re divê bi Kurdan û hêzên din ên demokrat re îtifaqê çêbike.”