HDP: Divê tecrîd bê rakirin û Ocalan rola xwe bilîze

HDP: Divê ev rêya bi xwîn, cudakarî û qûtkirinê bi dawî bibe. Divê bi hev re bi cesaret, biryardarî ji bo vê rewşê bêjin ‘Êdî Bese’. Em carekî di bi fersendekî bi vî awayî re hevrûn e.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi ser navê "Bila çek rawestin fikir biaxivin" daxuyaniyek nivîskî da. HDP'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku tenê rêya çareseriyê siyaseta demokratîk e û xwest hemû kesên tekoşîna aştî, edalet û demokrasiyê dibin di vê rêya çareseriyê de seknek xurt nîşan bidin. HDP'ê destnîşan kir ku di şerê salek dawî de hêjmara welatiyên hatin qetilkirin gelek zêde ye û vî şerî êşek gelek mezin bi xwe re aniye û wiha cih da daxuyaniyê: "Divê dawî li vî şerê ku eniyan ava dike û perçe dike bê. Em hemû ji vê çûnê re bêjin bes e. Divê em hemû vê fedekariyê nîşan bidin. Niha firsendek dirokî li pêş me ye. Em careke din bkang li hemû kesên xwedî wîjdan û demokrat dikin ku werin em bi aştî, wekhevî û edaletê pirsgirêkê çareser bikin. Em li peravê aştiya Tirkiye ne. Em dikarin dîsa pêla aştiyê li her derê belav bikin."

BILA TECRÎD RABE OCALAN ROLA XWE BILÎZE

HDP'ê di berdewama daxuyaniya xwe de bal kişand ser deklerasyona KCK'ê ya 20'ê Tebaxê û wiha got: "Di roja deklerasyonê de li Dîlokê komkujiyek hov pêk hat. Heta niha di vê komkujiyê de 54 welatî hatin qetilkirin. Dîsa dema KCK'ê yek alî banga agarbestê kir di heman rojê di 10'ê Cotmeha 2015'an de li GAR'a Enqereyê di mîtînga aştiyê de komkujî pêk hat. 102 welatiyên aştî dixwestin hatin qetilkirin. Em bang li partiyên meclîsê dikin ku rol û peyvirê bigirin ser xwe. Ji bo vê yekê jî divê hemû şert û mercên Ocalan ên tenduristî yê ewlehiyê bidin ser milê xwe. Divê hikûmet tecrîda di 5'ê Nîsana 2015'an de hatibû destpêkirin rake û ji nûve dest bi hevdîtinan bike. Tecîda li ser Ocalan destûr nade ku Ocalan rol û misyona xwe ya ji bo aştiyê pêk bîne. Divê rê li pêş hevdîtinên malbat, parêzer û heyetê bê vekirin."

BANG LI HEMÛ SAZIYÊN CIVAKÎ Û HÊZÊN NAVNETEWÎ HAT KIRIN

HDP'ê di berdewama daxuyaniya xwe de bang li hemû saziyên civakî û rêxistinên demokratîk û hêzên navneteweyî kir û xwest vê firsenda rast û baş binirxînin û dîsa rêli pêşiya pêvajoya çareseriya demokratîk, aştiyane û siyaseda demokratîk vekin. Aştiya ku li derve û hundir bi kurdan re bê kirin wê Tirkiye derbasî pêvajoyek nû bike. Em ji hemû teklifan re vekirî ne û em di teklifa xwe ya çareseriya siyaseta demokratîk de bi israr in. Ev helwest, sekn û înisiyatif berpirsiyariyek dîrokî û wîcdanî ye."